Li Wanê 2. Festivala Zivistan-Berf û Kaşokê hat lidarxistin

Li Ebaxa navçeya Wanê festivala zivistan, berf û kaşokê bi dîmenên rengîn hat lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Ebaxa navçeya Wanê festivala zivistan, berf û kaşokê bi dîmenên rengîn hat lidarxistin. Di festivalê de bal hate kişandin ku bi saziyên wiha kaşokê û derfetên berfê ciyên jiyana civakî li heremê bi kêfxweşî tê pêşwazî kirin û divê projeyên wiha zêdetir bên amadekirin.

Li Ebax'a navçeya Wanê 2. Festivala Zivistan-Berf û Kaşokê; bi peşbirkan, dîlan kişandina ser berfê û kaşokê birêve çû. Festivala ku ji aliyê Qaymeqamî û şaredariya navçeyê ve hat lidarxistin de, standên xwarin û vexwarinê hatin vekirin û çalakiyên li ser bêrfê hatin pêşkêş kirin.

Qaymeqam û Qayimê Şaredariya Ebaxê Tekîn Dundar bal kişand ku Ebax xala herî sar a Tirkiyê ye, lê ji berf û sermayê jî derfetên cuda dikarin bên peydakirin û wan jî bi vê saziyê gavê destpêkê avêtine.

Qaymeqamê Ebaxê Tekîn Dundar got: "Li vê navçeyê, bi destpêkirina zivistan, serma û berfê re welatî, vedikişiyan malên xwe û jiyana wan ya civakî nedima. Bi hêvî û bêrî li benda destpêkirina biharê û havînê diman. Lê piştî ku me vê saziyê vekir, gelek kes naxwazin ku zivistan xilas bibe. Wek gelek welatên ku ji zivistan û berfê derfetan peyda dikin me jî despêkir û hêvîdarim ev hewldan piştî min jî bidome."

Jin, zarok û malbat pêkve, ji bo çalakiyên li ser berfê beşdarî festivalê bûn û bi dîmen û çalakiyên rengîn dema xwe derbas kirin. Welatiyên beşdar jî daxwaza zêdekirina derfet û şahiyên bi vî rengî kirin.

Semra Çinaragaç dibêje : "Ez ji vir im, me berhemên xwe aniye li ser dezgahan difroşin. Li vir enerjiyeke gelek xweş heye, her dîmen û çalaki mirovan şa dike. Em bihevre bi şahî dema xwe derbas dikin."

Eyup Burç jî dibêje: "Wellahî gelek xweş e, emê jî bileyîzin, ger biecibînin emê dîsa bileyîzin. Em kilîç dileyîzin, sêpê dileyîzin, yekpê dileyîzin."

Di festivalê de, li gel pêşbirk û çalakiyên bernameyê, ji bo welatiyan jî li derveyî pîstê çalaki û pêşbirk hatin lidarxistin. Hin zarok jî beriya kaşoka berfê li ser cemedê xwe ceribandin.