Bi wêne.. Keçeke Efrînî li Almanyayê defîleyeke cilûbergên Kurdî vekir

Keça Kurd a Efrînî Avesta Îso ku penaberî Almanyayê bûye, defîleyeke cil û bergên Kurdî vekir û fîstanên newaze pêşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keça Kurd a Efrînî Avesta Îso ku penaberî Almanyayê bûye, defîleyeke cil û bergên Kurdî vekir û fîstanên newaze pêşan da.

Dîzaynera cilûbergan Avêsta Îso li ser wê defîleyê ji K24ê re ragihand: di wê defîleyê de keçên 15 keçên Alman û Kurd cil û bergên Kurdî û yên modern li xwe kirin û di defîleyê de pêşandan.

Avêsta Îso da zanîn, wê minheyek ji hikûmeta Almanyayê bir û di xuleke taybet a fêrbûna yasayên bazirganî û perwerdekirina avakirina kompanyayan wergirt û ji nava 50 navî navên 10 kesan hatin wergirtin û ew yek jê bû.

Diyar kir jî, ew defile projeya derçûna ji xulê bû, ku tê de hejmarek fîstan ji dîzayna wê hatin pêşandan. Got jî: “Min xwast di fîstanan de taybetmendiyên rojhilatî û Kurdî têxim nava dizayna rojavayî. Bi taybet jî min pelên dara zeytûnê nîşan da.” 

Derbarê projeyên wê yên di pêşerojê de Avêstayê aşkere kir, ew niha li ser pêkanîna “online site” kar dike, ta berhemên xwe li ser wê bifiroşe. Herwiha di meha Sibata 2019an de jî di defileyeke taybet de cilên Kurdî pêşan bide.

Avesta Îso, Avesta Îso, tekane keçeke Kurd a Efrînê ji gundê Kefer Sefrê ye û ji berî 3 sal û nîvan koçberî Almanyayê bûye û li bajarê Sarbrucken dimîne.

 

 

S. B