Li Geverê pêşangeha hunerên destan hate lidarxistin

Li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê di bin banê Navenda Perwerdeyê ya Gel de pêşangeha hunerên destan hate lidarxistin. Gelek jinên Geverê tevlî çalakiyê bûn û ew berhemên xwe yên rengîn dan nasandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Gever

Li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê di bin banê Navenda Perwerdeyê ya Gel de pêşangeha hunerên destan hate lidarxistin. Gelek jinên Geverê tevlî çalakiyê bûn û ew berhemên xwe yên rengîn dan nasandin.

Ji aliyê Navenda Perwerdeya Gel ve her sal li navçeya Geverê ya Colemêrgê kurs tên vekirin û tê de ji bo jinan waneyên hîndekariyê tê dayîn. Bi taybetî jî keçikên ciwan li hember kursan gelek eleqedar in û ji kursên cildirûn, xemlandin, trîko, xalîçe û yên hunerên destan sûd werdigirin. Jinên Geverî ew berhemên ku di nav salekî de amadekiribûn bi peşangehekê dan naskirin.

Kursiyer Eylem Korkmaz ji K24ê re got: "Ez ji bo berhemên xwe yên ku min ji bo salon û kîleran çêkirine bidim raxistin tevlî pêşangehê bûm. Ev berhem piştî keda salekê hatin amadekirin û eleqeya welatiyan pir baş e."

Di pêşangeha rengîn ya huneran de xalîçe, goreyên rîs, rûnivîn, çanteyên binexş, sicade û amûreyên xemlandinê bala gelek welatiyan dan ser xwe. Lê welatî zêdetirîn bi stantên berhemên xwemalî re eleqedar bûn. Herwiha pêşangehê 4 rojan berdewam kir û kursiyeran sertîfîkayên xwe wergirtin û daxwaza çalakiyên bi vî rengî kirin.

Kursiyer Zozan çakmak jî got: "Em hunerên destan ên wek pêjgîr, çente û ew tiştên ku malan pê dineqişînin çêdikin. Em ji karê xwe pir hez dikin û kedeke mezin didin karê xwe. Pêşangeha me gelek xweşik bû, hêviya min ew e ku berdewamiya vê çalakiyê jî hebe."

Kursiyer Remziye Koca jî dibêje: "Ev roj vebûyîna pêşangeha me ye ya ku Perwerdehiya Gel sazûman kiriye. Em spasiyên xwe dikin bo mamosteyên xwe, wan kedeke mezin dan ji bo hîndekaran. Ew tiştên me li vir raxistine înşelah mêvanên me dê biecibînin."

Li Geverê û gundên wê nêzîkî 2 hezar û 300 kursiyeran îsal di 134 kursan de perwerde bûn. 30 mamosteyên navenda perwerdehiyê ew hînî gelek tiştan kirin û jin bi saya vê yekê, hem fêrî pîşeyan dibin û hem jî piştevaniya malbatên xwe dikin.