Stranbêjê Tirk dixwaze perwerdeya bi zimanê Ingilîzî rabe
K24 – Navenda Nûçeyan
Stranbêjê Tirk Kiraç daxwaz kir, perwerdeya bi zimanê ingilîzî li Tirkiye bê rakirin.
Di hevpeyvîna xwe di rojnameya Sabah a Tirkiye de stranbêj Kiraç got: “Ez welatparêz im. Naxwazim perwerde bi zimanê Ingilîzî li Tirkiye were dayin. Perwerdeya Ingilîzî nirxên Tirk tarûmar dike”.
Kiraç dibêje: “Ez welatparêz im. Em divê ideolojiyan bidin aliyekî û bibin welatparêz. Bala me her li ser niştiman û welatê me be. Tirkiye divê ji bandor û hegemonya ya Amerika rizgar bibe”.
C.B