Ciwanek piştî 20 salan haya wî ji Kurdbûna xwe dibe

Gelek Kurdên ku ji ber sedemên siyasî û bêkariyê koçî Rojavayê Tirkiyeyê kirine, ji Kurdbûna xwe jî dûr ketine û zarokên wan jî rastî pişaftinê hatine. Yaşar Kazici jî yek ji wan kesan e ku piştî 24 salan ew dizane ku Kurd e û biryar dide êdî ji bo ku çanda xwe binase, li Diyarbekirê bijî.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Gelek Kurdên ku ji ber sedemên siyasî û bêkariyê koçî Rojavayê Tirkiyeyê kirine, ji Kurdbûna xwe jî dûr ketine û zarokên wan jî rastî pişaftinê hatine. Yaşar Kazici jî yek ji wan kesan e ku piştî 24 salan ew dizane ku Kurd e û biryar dide êdî ji bo ku çanda xwe binase, li Diyarbekirê bijî.

Yaşar Kazici ku malbata wî di salên 1960'î de ji Rihayê koçî Edeneyê kiriye. Yaşar jî di sala 1994'an de li Edeneyê hatiye dinê û ji çanda xwe dûr mezin bûye û dayîka wî jî Tirk e. Yaşar heta 20 saliya xwe jî nedizanî ku aliyek wî Kurd e. Yaşar dibêje; car caran li nav malê bavê wî bi zimanekî ku ew fam neke diaxifî. Yaşar heta ku dest bi zanîngehê dike jî di derbarê Kurdan de xwediyê agahiyên gelek qels bûye.

Yaşar Kazici ji K24ê re got: "Bavê min ji Rihayê ye û dapîra min jî ji Mêrdînê ye. Di cejnan de xizmên me ji Riha û Mêrdînê dihatin mala me û bavê min bi wan re bi Kurdî diaxivî. Di zarokatiya min de her dem ew ziman ji min re bûbû mereq lê min qet nedipirsî. Min di zanîngehê de zanî ku ew zîman bî Kurdî bûye aliyekî min Kurd e."

Yaşar Kazici piştî ku li Zanîngeha Kocaeliyê di beşa Pêwendiyên Civakî de dixwîne, çend hevalên wî yên Kurd çêdibin û di vê pêvajoyê de jî pê re hişmendiyeke polîtîk çêdibe. Di vê demê de jî Yaşar biryar dide ku li pey Kurdayetiya xwe biçe û li Diyarbekir bi cih dibe.

Yaşar Kazici dibêje: "Piştî ku min dest bi zanîngehê kir, hevalên min ên Diyarbekirî û Dêrsimî çêbûn. Min ferq kir ku dema ez li cem hevalên xwe yên Kurd bim, ez xwe baş hîs dikim. Bi taybetî stranên Ciwan Hoca û Şivan Perwer kêfeke mezin didan min. Êdî min ji xwe re got; divê ez herim Diyarbekirê û li wê derê bijîm. Ev 2 meh in ku ez hatime Diyarbekirê û qet ji biryara xwe ne poşman im.

Yaşar Kazici niha hewil dide ku Kurdiya xwe pêşve bibe û dest bi nivîsa Kurdî bike. Yaşar dide zanîn ku ew herî zêde dixwaze helbestên bi Kurdî binivîse û bixwîne û bi taybetî jî li bajarên Başûrê Kurdistanê geştê bike.