Ji bo zarokên Diyarbekirê şahiya bafirokan hat lidarxistin

Cejna Zarokan a 23’ê Nîsanê ku Cejna Neteweyî ya Tirkiyeyê ye; li Diyarbekirê jî hat pîrozkirin. Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê û Saziya Şanoya Dewletê, bi hevparî ji bo zarokên navçeyên Sûrê û Rezan şahiya bafirokan hat lidarxistin. Zarok û mezinan bi hev re li ser Pira Dehderî bafirokên rengîn firandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Cejna Zarokan a 23’ê Nîsanê ku Cejna Neteweyî ya Tirkiyeyê ye; li Diyarbekirê jî hat pîrozkirin. Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê û Saziya Şanoya Dewletê, bi hevparî ji bo zarokên navçeyên Sûrê û Rezan şahiya bafirokan hat lidarxistin. Zarok û mezinan bi hev re li ser Pira Dehderî bafirokên rengîn firandin.

Amadekariyên ku tên kirin, ji bo şahiya firandina bafirokan e. Ji bo zarokên Sûrê û Rezan, bi dehan bafirok hatine amadekirin. Malbatên ku zarokên xwe ji bo şahiyê anîn ser pirê, digel zarokên xwe bafirok di ser pirê re li ber bayê firandin. Gerînendeya Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê Gonca Coşkûn yek ji pêşengên vê şahiyê ye û dibêje; pêşerojeke aram, di dilxweşiya zarokan re derbas dibe.

Coşkûn ji K24ê re jî wiha axivî: “Li Diyarbekirê zû bi zû çalakiyên wiha nabin. Ev şahî bi taybetî ji bo zarokên navçeyên Sûrê û Rezan hatiye çêkirin û li gorî me xebateke gelek girîng e. Jixwe xuya ye ku zarok çiqas kêfxweş in; ev jî ji bo me bextewarî ye.”

Malbatên ku zarokên xwe anîn şahiya bafirokan, li ber dengê def û zirneyê govend gerandin. Li şahiyê  bi dehan zarok bi kelecana firandina bafirokan, li dora dayîk û bavên xwe geriyan. Hinek zarok jî bi mamosteyên xwe yên dibistanê re tevlî şahiya cejnê bûn.

Welatiyê bi navê Muhammed Selîm jî zarokên xwe aniye şahiyê û dibêje; li herêma me gelek êş hatin kişandin û bandora wê jî zêdetir li ser zarokan dike. Muhammed Selîm got: “Em dixwazin ku zarok her daîm bi vî awayî kêfxweş bin û lîstikan bilîzin. Bila zarok ji tiştên din dûr bimînin û bi vî awayî dema xwe bi kêfxweşî derbas bikin. Ji ber vê yekê divê xebatên wiha her dem werin kirin.”

Şahiya bafirokan, cara yekemîn e ku li Diyarbekirê, li vî cihê dîrokî, ji bo zarokên Diyarbekirê tê lidarxistin. Di şahiya bafirokan de bûk û zavayên ku xwestin di nav zarokan de dîmenên rengîn bi dest bixin jî bafirokan li ber bayê çem hil kirin.