Yekemîn Festivala Ciwanan a Wanê destpê kir

Bi hezaran genç û ciwan li 1. Festivala Ciwanan ya Wanê civiyane.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Bi hezaran genç û  ciwan li 1. Festivala Ciwanan ya Wanê civiyane. Festivala ku ji aliyê Gezgîn Festê ve tê lidarxistin, dê 3 roj li kampa ku li Westana navçeya Wanê hatiye sazkirin, bi konsert û çalakiyên şahiyê berdewam bike. Beşdaran jî  hêviyên ku bi kêf û şahî festivalê derbas bikin ragihandin.

Van ciwanan, çadir û turikên xwe li pişta xwe xistine û ji seranserê Turkiyeyê ji bo beşdariya festivala ciwana ku îro li vê kampê destpê dike hatine. Festivala ku ji aliyê GezgînFest ve û bi piştgiriya şaredariya mezin û parêza-gariya Wanê ve tê lidarxistin, yekemîn festivaleke wiha yê ku li heremê tê lidarxistin.

Amadekar û peywirdarên festivalê radigihînin ku wan amadekariyeke baş kiriye û qada festivalê ji bo ku beşdar bi kêf û xweşî dema xwe derbas bikin guncinandine û amadekariyan kirine.

Rêvebirê Festivalê Bestamî Kose ji K24ê re wiha axivî:“Çîroka vê festivalê bi geşteke me ya ji bo Qersê ku em bi kaşokê (trênê) çûbûn destpêkir. Piştî wê serdanê, me got çima em li Wanê jî çalakiyeke wiha nekin? Ji her ciyên cihanê nas û pêwendîdariyên me hene û li vê kampê jî dive ku ji her welatî û her bajarekî welatî hebin. Em gelek kêfxweşin ku biryara kirina vê festivalê daye. Dê 3 roj ciwan bi konser û çalakiyên cuda li vir şahî bikin.

Peywirdarê Festivalê Sedat Faydali dibêje: “festivaleke xweş e, welatiyên me tên dibînin û çandên nû nas dikin. Hem ji bo welatê me hem jî ji bo gel tiştekî rind e”

Beşdarên festivalê ragihandin ku ji bo berhevhatin û nêzikbûyîna çandên ji hev dûr, çalaki û şahiyên wiha girîngin.

Ji bo daxilbuyîna qada festivalê bi hezaran ciwan di rezedene û hin ji wan jî dest bi vekirin û rastkirina çadirên xwe kirine.

Wealtîyên beşdar jî balê dikşînin ku ev yekem car e, şahiyeke bi vî rengî li Serhedê tê lidarxistin û hêviya ku 3 rojên xweş derbas bikin dikin.

Ji Stembolê Beşdara Festivalê Kubra Dînçer: “Ez wisa pêşbînî dikim ku dê festivaleke gelek baş be. Emê li Wanê û ciyên taybet jî bigerin. Serdana kela Wanê jî emê bikin.”

Beşdarê ji Betlîsê Hasan oleklî:“Em ji bo festivalê hatin, me gelek zehmetiyan kişand, lê ez bawerim ku dê festival hêjayî wan zehmetiyan be û emê dema xwe xweş derbas bikin.”

Di 3 rojên ku festival berdewambike de, gelek stêrkên muzîkê yên navdar dê li Wanê derkevin ser dikê. Mohsen Namjo, Ahmet Aslan, Athena, Manga, Îlkay Akkay û koma Kardêş Turkuler hin ji wan in.