Li Diyarbekirê pîşeya çêkirina şewqeyan diqede

Li Diyarbekirê çanda şewqeyan tenê ji ber destên 2 hosteyan derdikevin û hosteyek jê jî Remzî Kagar e.Remzî Kagar, di 10 saliya xwe de li ber destê hosteyê Elezîzî hînî çêkirina şewqeyan bûye û 57 sal in vî karî dike. Kagar amaje dike ku çanda bikaranîna şewqeyan kêm bûye û ji ber vê jî ev pîşe jî mehkûmê wendabûnê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê çanda şewqeyan tenê ji ber destên 2 hosteyan derdikevin û hosteyek jê jî Remzî Kagar e.Remzî Kagar, di 10 saliya xwe de li ber destê hosteyê Elezîzî hînî çêkirina şewqeyan bûye û 57 sal in vî karî dike. Kagar amaje dike ku çanda bikaranîna şewqeyan kêm bûye û ji ber vê jî ev pîşe jî mehkûmê wendabûnê ye.

Li Diyarbekirê, hosteyê şewqevaniyê, bi cerebeyên 57 salan, pîşeya ku parçeyek ji çanda Kurdî ye, dewam dike. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, di sala 1925'an de ji ber Şoreşa Şewqeyan, bikaranîna şewqeyan hinek jî şert bûye. Li ser vê yekê, hosteyê şewqeyan ê bi navê Remzî Kagar, qala wan salan dike û dibêje;"Piştî Zagona Şewqeyan, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, bikaranîna cureyên şewqeyan li gorî herêman bi cih bûye û hêdî hêdî wekî çanda gelan di nav civakê de rûniştiye."

Kagar ji K24ê re wiha axivî: "Di pîşeya şewqevaniyê de jî di hemû pîşeyan de jî hûrgilî hene. Bala xwe bidin, ez vî telîsî di destên xwe de bi teşe dikim, li gorî pîvanan li hev didim rûniştandin. Lewra keda destan, hînbûyîna çavan e. Ev jî pîşeyeke ji çanda herêmê ye."

Dengê ku hêdî hêdî ji devê meqesê derdikeve, tevlî dengê makîneya dirûtinê dibe. Remzî Kagar di nav van dengan de aramiyê dibine û ji ber vê yekê jî naxwaze pîşeya ku ji keda destan tê hûnandin, li hember demê û teknolojiye têk biçe. Kagar, ji bo ev pîşe wenda nebe, gelek caran serî li Gerînendehiya Çandê ya Diyarbekirê daye û xwestiye ji bo ciwanan kursên hînkirina vê pîşeyê bide lê belê ev daxwaza wî bi cih nehatiye.

Herwiha Kagar dibêje: "Gelek pîşe hene ku li hember deme têk çûne û wenda bûne. Gelek pîşeyên destan ên cur be cur hebûn, min bixwe jî şahediya wan kiriye. Em di vê pîşeyê de kesek du kes mane, em ê jî li hember deme têk biçin."

Hosteyê pîşeya li ber wendabûnê, qala taybetiyên şewqeyan jî dike. Li gorî cerebeyên wî yên salan, şewqeyên 8 goşe aîdê herêma Bakûrê Kurdistanê ne. Ji xeynî 8 goşeyan, cureyên din ên şewqeyan jî hene. Kagar amaje dike ku heger li vê pîşeyê xwedîderketin çênebe, dibe ku di nav çend salan de wenda bibe.