Bûkaniyên Diyarbekirê li ser pira Heskîfê hatin pêşandan

Ji ber ku dê navçeya Êlihê ya Heskîfê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne, êdî ji bo bibîranîna dîmenên bermayiyên dîrokî yên vê navçeyê, fîrmayên taybet danasîna karê xwe li Heskîfê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Ji ber ku dê navçeya Êlihê ya Heskîfê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne, êdî ji bo bibîranîna dîmenên bermayiyên dîrokî yên vê navçeyê, fîrmayên taybet danasîna karê xwe li Heskîfê dikin. Fîrmayeke Taybet a Diyarbekirê jî ji bo girîngiya navçeyê, danasîna bûkaniyên xwe, modelên biyanî bir Heskîfê. Hunermendê Kurd Ekîn Aktaş jî tevlî vê çalakiya hunerî bû û wî jî bi stranên Kurdî piştgirî da bernameya danasînê.

Navçeya Êlihê ya Heskîfê, bi bermayiyên xwe yên dîrokî gelek caran bûye şûnwarekî girîng ê kişandina bernameyên çandî û hunerî. Lê ji bo mayîna van bermayiyan a bin ava Bendava Ilisûyê, gelek caran jî çalakiyên civakî û hunerî jî li vê derê hatine dîtin. Piştî teqeziya binmayîna bin avê; êdî ev bername zêdetir ji bo bibîranîna Heskîfê tên lidarxistin. Fîrmayeke taybet a bûkaniyan a Diyarbekirê jî ji bo bibîranîna dîmenên Heskîfê, digel modelên biyanî, danasîna xwe li ser Pira Heskîfê kir. Modela Rûs Maria Naysyetkîna10 sal in li Tirkiyeyê dixebite û ew jî dibêje ku mixabin êdî Heskîf dê bi van dîmenan bi bîr were.

Modela Rûsî Maria Naysyetkina ji K24ê re got: "Ji ber ku ez li Mezopotamyayê me, ez pê serbilind im. Û ez bi rastî gelek xemgîn bûm ku cihekî xwedî dîroka 12 hezar salan di bin avê de dimîne û dê mirovên piştî me vê xweşiyê nebînin. Mixabin dê êdî van nirxên dîrokî di navrûpelên pirtûkan de werin dîtin."

Ji bo danasîna bûkaniyan, bi taybetî dîmenên ji ser Pira Heskîfê hatin tercîhkirin ku hemû şikeft û xaniyên ku dê di bin avê de bimînin, ji vê derê ve xuya dikin. 5 modelên biyanî yên ku bûkaniyan li ser pira Heskîfê dan naskirin, li ber stranên hunermendê Kurd Ekîn demên xweş derbas kirin. Ji ber ku dê heta salekê Heskîf di bin avê de bimîne û dê 250 bajarok û gund di bin avê de bimînin, ev yek zêdetir dikeve rojeva hunermendan. Hunermendê Kurd Ekîn Aktaş jî li ser rewşa Heskîfê dide zanîn ku parastina bermayiyên dîrokî erka mirovahiyê ye lê tiştek ji dest were jî nemaye.

Hunermend Ekîn Aktaş dibêje: "Heskîf dema wê were dê di bin avê de bimîne. Dilê me ji ber vê yekê diêşe. Çend mehên din dê ev der hemû bikevin bin avê. Ji ber vê yekê min jî xwest klîbekê li vê derê çêbikim qet nebe bibîranîna Heskîfê her dem ligel min hebe."

Ess// Berdewama danasîna bûkaniyan, piştî Heskîfê li Diyarbekirê dewam kir. Modelên biyanî yên ku bûkaniyên cihêreng dan nasîn, li Kolana Sakaryayê derketin ser dikê. Modelên ku bi bûkaniyên cihêreng derketin hember welatiyan, bi taybetî ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyeke baş hatin.