Li Qamişlo Rêber Wehîd ji zarokên astengdar re stra

Navendeke Geşepêdana Tendirustiya Derûnî li bajarê Qamişlo şahiyeke taybet ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet li darxist.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi armanca sivikirina fişara derûnî li ser zarok û malbatên bajarê Qamişlo û bi taybetî zarokên xwedî pêdiviyên taybet, şahiyek ji aliyê navendeke geşepêdana tendirustiya derûnî hate li darxistin û hunermendê Kurd Rêber Wehîd yê ku wekî balyozê kesên xwedî pêdiviyên taybet hatiye destnîşankirintê de beşdar bû û ji zarokan re stra.

Navendeke Geşepêdana Tendirustiya Derûnî li bajarê Qamişlo şahiyeke taybet ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet li darxist.
Şahiya navhatî di bin diruşma “Roka Hêviyê” de hate sazkirin û li gorî rêveberiya navendê, armanca wan ku hêviyên malbatên zarokan xurt bikin û fişara derûnî ji ser wan rakin, da ku moralên wan jî bilind bi bin.

Hunermendê Kurd Rêber Wehîd ku ji alî rêxistina Aştiya Cîhanî ve di sala 2012an ve wekî balyozê kesên xwedî pêdiviyên taybet hatiye destnîşan kirin xemgîniya xwe ji ber rewşa xerab ya zarokên Sûriyê bi tevayî nîşan da û got, pêwiste alîkarî bi wan re bête kirin, loma wî beşdariya vê şahiyê kir û hejmarek ji stiranên girêdayî rewşa zarokan bi zimanê Kurdî û Erebî ji zarok û malbatên wan re stra.

Ji ber rewşa aloz û berdewamiya şer li tevaya Sûriyê bandora xwe li hemû beşên civakê kiriye nemaze li ser zarokan, loma gelek sazî û navendên taybet bi derûniya zarokan carcaran şahî û çalakiyên wiha lidar dixin, daku hinekî kêfxweşiyê derbasî dilê zarokan bikin.