Di Remezanê de şîrînî zêde tê kirîn

Di meha Remezanê de li Rojavayên Kurdistanê cihekî taybet ji şîraniyê re li ser masên xwarinê heye, kargehên şîraniyê jî ji destpêka rojê ve amadekariyên xwe dikin, da hemû xwestekên şîraniyê bidest bixin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di meha Remezanê de li Rojavayên Kurdistanê cihekî taybet ji şîraniyê re li ser masên xwarinê heye, kargehên şîraniyê jî ji destpêka rojê ve amadekariyên xwe dikin, da hemû xwestekên şîraniyê bidest bixin.

Li bajarê Qamişlo bi dehên kargeh û firoşgehên şîraniyê hene, xelkên bi rojî jî berî roj herê ava hemû pêdiviyên xwe ji şîraniyê bidest dixin û amaje bi wê yekê dikin ku di meha rojê de şîranî pir xweş e, ji bilî ku sûdên wê ji tenduristiya mirov re gelekî hene.