Qamişlo.. Di Adarê de daxwaza li ser cilên Kurdî bilind e
K24 – Qamişlo
Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re, herhata xelkê bajarê Qamişlo li ser dirûtina cilên Kurdî zêde bûye. Hin kes dibînin ku îsal nirxê petrel û dirûtinê erzantir e û ji ber vê yekê herhata xelkê bêhtir e.
Bi hatina meha Adarê, xelkê Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin bazaran ji bo dirûtina cil û bergên Kurdî, nemaze ku gelek aheng û cejinên netewî di vê mehê de hene. Hin terziyên bajarê Qamişlo dibêjin ku herhata xelkê li ser dirûtina cilên Kurdî îsal balkêş e û bi taybetî ji hêla Kurdên ku li Ewropayê dijîn.
Bêhtir ji salên bûrî herhata xelkên deverê li ser kirîna cil û bergên Kurdî zêde bûye û bi taybet peydabûna gelek alavên xemlandinê mîna kum, kemer û rexit, herwiha gelek cûreyên nû ji pertel ji bo jin û zilaman li deverê peyda dibin.
Di salên dawî de êdî derfetek ji xelkên deverê re çê bûye bo lixwekirina kincên Kurdî. Diyardeya herî balkêş ew e ku hejmareke pir mezin ji xortan cil û bergên Kurdî çê dikin ku di dema rêjîmê de pir kêm bû.