Giştî Li Diyarbekirê pîşeya baqirsaziyê ji nû ve vedije

 

K24 – Diyarbekir

Hilberîna amûrên baqirî yên li Diyarbekirê, bi destên nifşên nû dewam dike. Baqirê ku yek ji sembolên Diyarbekirê hatiye qebûlkirin, bi pêşveçûna teknolojiyê re nexş û teşeyên ku li ser kanzaya baqir tên ceribandin, ji aliyê niştecih û geştegeran ve balê dikişînin. Hilberînerên amûrên baqirî jî ji bo ku pîşeya kevnar bi demê re wenda nebe, hewilên pêşvebirina vî karî didin.

Li Sûka Şewitî ya ku cihê bazirganên kevin ên Diyarbekirê ye; 40 sal in ku baqirê Diyarbekirê tê teşedayîn. Dikana ku hemû cureyên baqiran lê tên pêşkêşkirin, bi şewqa xwe dibe sedem ku kesên di ber derî de derbas bibin, derbasî hundir bibin û wekî ku li pêşangehekê bin, temaşeyê alav û amûrên baqirî dikin. Mûstafa Tanrikûlû hilberîna baqiran ji bavê xwe hîn bûye û tevî ku endezyarê elektrîk elektronîkê ye jî çêkirina baqiran tercîh kiriye û 29 sal in dest ji vî karî bernedaye.

Hoste û Xwediyê Dikana Amûrên Baqirî Mûstafa Tanrikûlû ji K24ê re got: “Li gelek welatên cîhanê, berhemên ku em bi destan çêdikin, belav bûne. Gelek berhemên me hene ku mînakên wan li tu deverê tunene. Di salên dawîn de xelkê car din berê xwe daye alav û amûrên baqirî û êdî tiştên baqirî zêdetir tên tercîhkirin. Ji ber vê yekê jî em hewil didin ku hosteyên nû bigihînin. Ji bo vê jî me bi projeyekê serî li Wezareta Çandê daye da ku baqirên parçeyek ji çanda Diyarbekirê ne, wenda nebin.”

Li vê dikana baqirfiroşiyê, beşên amûr û alavan ji hev hatine veqetandin û li hin beşan alavên sûsê hatine bicihkirin; li hin beşan sêniyên ji bo şevên xelata keç û xortan hatine bicihkirin. Li beşên din jî hemû cure firaq, amûr û alavên ji bo diyariyê cihê xwe digirin. Ev şewq û şemala ku ji van baqiran diçin, li atolyeyeke biçûk a nav dikanê tên hilberîn. Mûrat Tanrikûlû jî yek ji hosteyên baqiran e û dibêje; salên berê xelkê dest ji firaqên baqir berdabû lê êdî bazara baqiran geştir bûye.

Tanrikûlû dibêje: “Baqir hem ji bo laşê mirovan baş e, hem ji bo tenduristiya mirovan baş e û çêja ku ji firaqên baqirî derbasî nav xwarin û vexwarinê dibe, di tu tiştî de tuneye. Ji ber ku baqir kanza ye, tiştê ku ji kanzayê bin, zerarê nade mirovan lê heger ku metal be, metal ne baş e.”

Di dîroka bajêr de navê Diyarbekirê bi wateya xwe Diyarê Bekir bûye. Piştî ku kanzaya baqir di axa bajêr de hatiye dîtin û çêkirina baqirî bûye wekî pîşeyeke çandî; navê Diyarê Bekir bi Diyarê Baqir ango bi wateya ‘cihê baqiran’ hatiye guherandin. Ji dîroka baqirsaziyê ku 149 hoste hebûne; niha ev ciwan mane û ew jî hewila berdewamiya pîşeya xwe didin.