Evîndariyê bûkeke Fransî anî Kurdistanê

Dîsa Gevera Colemêrgê bûkek biyanî anî.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîsa Gevera Colemêrgê bûkek biyanî anî. Mirov dikare êdî ji bo Colemêrgê bibêje bajarê bûkên biyanî. Lewra di demên dawî de ji welatên cûda cûda gelek bûkên biyanî hatin vî bajarî û bûka vê care jî ji Fransayê ye.

Zava Mehmet Ataş dide zanîn ku dema ew li Stenbolê xwendekar bû  Angeligue Manvellaile ji Fransayê tê geştê û ew hevûdu nas dikin. Piştî hevaltiya 3 salan jî biryara zewacê didin.

Zava amajeya nêzikbûna çanda Kurdan û çanda Frensiyan dike û dibêje, biryar bû şahiyên xwe li Fransayê bikin, lê wî xwastiyê bila malbata bûkê were Kurdistanê û çanda Kurdan nas bike.

Zava Mehmet Ataş dibêje: “Çanda malbata hevjîna min gelek nêzikê çanda me ye. Pêwendiyên wan ên malbatî, çanda mûzik û çanda xwarina wan wekî yên me ne. We dît, govendên wan jî wekî govendên me ne. Lewma zehmetî nakêşin û gelek keyfxweş in.” 

Bûk jî keyfxweşiya xwe anî ziman û got evîn û hezkirin hêza herî mezin e û ti astengî nas nake û dibêje: “Biryara zewacê ji bo min biryarek zehmet nebû. Belê em li welatên ji hev dûr dijîn û çand û ziman û baweriyên me cûda ne.  Lê hêjayiyên me yek in û xalên me yên hevpar zêde ne. Evîn ji her tiştî mezintir e.”

Ji govendên Frensiyan jî eşkere dibe ko çanda wan nêzikê ya kurdan e. Ew jî him bi stranên xwe yên Frensî govendên gerandin û him jî cilên kurdî lixwe kirin û govenda kurdî girtin. Mirov dikare bibêje zewaca wan ne tenê zewaca 2 mirovan di heman demê de zewaca 2 çandan bû jî.