Bi vîdyo..Şêrek kamîreyekê direvîne û dîmenên ciwan digire

Şêrek li nav daristanekê kamîreyeke pêketî direvîne û dema ku bi wê kamîre bazdide, kamîre dîmenên daristanê digire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Girteyeke vîdyoyî li ser torên civakî û malperan belav bûye, ku têde şêrek li nav daristanekê kamîreyeke pêketî direvîne û dema ku bi wê kamîrê bazdide, kamîre dîmenên daristanê digire.

Wek diyar dibe, ew girteyana li nav yek ji baxçeyên niştimanî yên ajelan li welatê Kînya hatiye tomarkirin, dema ku tîmek ji kamîremanan mijûlî tomarkirina çend girteyên jiyana ajelên kovî bûn, wan kamîreyek pêxistî hiştin daku şêr nêzîkî wê bibin û birevînin, yek ji şêrên baxçe nêzîkî kamîreyekê dibe û ji nişkave wê direvîne û li nav daristanê digere.

Di wê demê de, tîma kamîremanan jî li pey wî şêrî diçin û kamîreya xwe vedigerînin û ew dîmenên ku şêr girtibûn belav kirin.

N.O