Termê kaptanê Amedsporê hat veşartin

Termê kaptanê Amedspora Diyarbekirê Şêxmûs Ozer li navçeya Erxenî hat veşartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Termê kaptanê Amedspora Diyarbekirê Şêxmûs Ozer li navçeya Erxenî hat veşartin.

Kaptanê Tîma Amedsporê Şêxmus Ozer, dema ku duh ji bajarê Meletî vedigeriya Diyarbekirê di rûdanek trafîkê de canê xwe ji dest da.

Termê Ozer îro li Diyarbekirê navçeya Erxenî bi beşdarbûna sedan kesan hat veşartin.

Di merasîma veşartinê de malbat û hezkiriyên Ozer giriyan û termê Ozer li ser milên alîgirên Amedsporê birin Goristana Gulbaranê.

Rahênerê Tîma Amedsporê ji ber girînê nekarî pirsên rojnamevanan bibersivandana.