Berfê 600 riyên bajarên Bakur girtiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde riya nêzikê 600 gundan hatiye girtin.
Li bajarê Dêrsimê berfeke zêde barî û riya 300 gundan hatin girtin. Herwiha riya Dêrsim û Erzînganê jî hate girtin û gelek wesaît di riyan de asê man.
Ji ber rewşa awarte ya hewayê, rê qeşa girtine û rûdana hatûçûnê jî çê bûne.
Herwiha li bajarê Çêwlik, Sêrt û Elezîzê jî riya ji zêdetirî 300 gundan hate girtin. Ji ber rewşa awarte ya hewayê li navçeya Berwariya Sêrtê rojek navber bo perwerdehiyê hate dayîn.