Li Diyarbekirê bûk û zava gera bajêr bi duçerxeyan kir

Li Diyarbekirê, endamên Komeleya Duçerxeyê ya Tîgrîsê Suleyman Ozguruş û Ozge Ozguruş piştî ku zewicîn, gera bajêr a ku piranî bi trempêlan tê kirin, bi duçerxeyan pêk anîn. Bûk û Zava amaje kir ku wan ev çalakî bi mebesta belavkirina bikaranîna duçerxeyê û protestokirina rewşa çûnehata maşînên nav bajêr pêk aniye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyar bekir

Li Diyarbekirê, endamên Komeleya Duçerxeyê ya Tîgrîsê Suleyman Ozguruş û Ozge Ozguruş piştî ku zewicîn, gera bajêr a ku piranî bi trempêlan tê kirin, bi duçerxeyan pêk anîn. Bûk û Zava amaje kir ku wan ev çalakî bi mebesta belavkirina bikaranîna duçerxeyê û protestokirina rewşa çûnehata maşînên nav bajêr pêk aniye.

Li Diyarbekirê, piştî zewacê bûk zava bi piranî bi konvoya dirêj a trimbêlan gera bajêr dikin û ev yek di warê çûnehatê de xitimandin û pirsgirêkan bi xwe re tîne. Endamên Komeleya Duçerxeyê ya Tîgrîsê Ozge Ozguruş a bijîşk û Suleyman Ozguruş ê endezyar, berovajiyê vê yekê piştî ku zewicîn, gera bûk û zavatiyê ya nav bajêr; bi duçerxeyan pêk anî. Bûk û zava da zanîn ku wan ev çalakî ji bo balkişandina rewşa çûnehatê li dar xistiye.

Bûk, Ozge Ozguruş ji K24 re got: "Li Diyarbekir rewşa çûnehatê gelek xirap e. Me xwest em balê bikêşin ser vê pirsgirêkê. Ji aliyeke din ve jî ji berk u ez bijîşk im ez bang dikim ku bikaranîna duçerxeyê ji bo tendirustiyê jî baş e."

Zava, Suleyman Ozguruş jî got: " Ev 2 sal in ku ez duçerxeyê bi kar tînim. Hevalan ev çalaki pêşniyar kir û me jî qebûl kir. Bikaranîna duçerxeyê di heman deme de werzîşeke başe jî. Di vê roja me ya bextewar de me xwest em vê peyamê bidin civakê."

Rêveberê Komeleya Duçerxeyê ya Tîgrîsê Firat Ekîncî jî anî zimên ku ew her dem xebatên bi vî rengî dikin lê vê carê wan xwestiye bi çalakiyeke balkêş vê peyamê bigihînin raya giştî.

Çalakiya konvoya dûçerxeyan a bûk û zava; bi beşdariya 70 duçerxeyan hat lidarxistin. Konvoya duçerxeyan li nav kolanên Diyarbekirê 22 kîlometre dewam kir û konvoy ji aliyê xelkê ve jî rastî eleqeyeke baş hat. Bûk û zavayî jî bang li hemû bûk zavayan kir ku ew jî gera xwe ya piştî dîlanê, bi duçerxeyan li dar bixin û di vî warî de hestiyariyê nav xelkê zêdetir bikin.