Li Enqerê pêşangeha amûrên diyarî û hunera Destan hate vekirin

Ji bilî welatên biyanî di nava Tirkiyê de jî berhemên keleporî di vê fûarê de cihê xwe digrin.
kurdistan24.net

K24-Enqere

Li Enqerê Fuara Amûrên Diyarî û Hunera Destan hate sazkirin. Bi vê fûarê bi dehan welatên biyanî û hemû bajarên Tirkiyê berhemên xwe yên keleporî û xemilandî pêşkeşî welatiyên Enqereyî dikin.

13emîn Fûara Amûrên Diyariyê û Hunera Destan îsal bi sernavê "Di navbera hemû welatan de avakirina pirên aştiyê" li Enqera paytexta Tirkiyê bi hevkariya balyozxaneyên Îran, Makedonya, Kirxizistan û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hate vekirin. Ev fûara navdewletî, nêzî 30 welatên biyanî û di nava Tirkiyê û bajarên Kurdistanê de jî 300 kompanyayan li xwe digre. Di fûarê de welatên wek Rûsya, Îran, Iraq, Misr û welatên Efrîqa, Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn amûr û kelûpelên keleporî û bi keda destan hatine çêkirin pêşkeşî welatiyan dikin. Koordînatorê Giştî yê Fûarê Remzî Çayir rave kir ku li gorî salên berê tevlîbûna îsal bi rêjeyeke bêhtir e û welatên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî vê fûarê dikin.

Koordînatorê Giştî yê Fuarê Remzî Çayir wiha got:"Ev 13 sal in ev fûar li tevahiya Tirkiyeyê tenê li Enqerê tê birêkxistin. Tevlîbûna welatên biyanî her sal zêde dibe. Armanca vê fûarê ew e ku berhemên ku bi kedeke mezin hatine duristkirin û kelepora welatan dide nişandan, bêne naskirin."

Di fûarê de ji konên reş ên koçeran bigrin heta bi mexfûrên keleporî, ji xwarinên xwemalî bigrin heta bi berhemên sirûştî di vê fûarê de tên pêşkeşkirin. Batirxan Mavlanaovê Xwediyê Kompanyaya Ozbekistanê jî amûrên ku çêkirine di fûarê de dane danasîn û hêviya zêdebûna fûarên bi vî rengî dike.

Xwediyê Kompanyeya Ozbekîstanê Batirxan Mevlanov wiha axifî:"Ev amûrên ku me anîne vir hemû bi keda destan hatine çêkirin. Pêşiya me sersal e, ez bawer im ku welatiyên Enqerê dê amûrên min ji bo hezkiriyên xwe bikin diyarî. Atmosfereke gellek cuda ye ev fûar."

Çêker û firoşkarê Mehfurên Keleporî Mustafa Çîçek wiha got:"Niha li ber destê me ji hemû bajarên Tirkiyeyê mexfûr hene. Welatiyên ku tên vir xweziya xwe pê tînin û heyamên xwe yên raborî bi bîr tînin."

Ji bilî welatên biyanî di nava Tirkiyê de jî berhemên keleporî di vê fûarê de cihê xwe digrin. Ji mexfûrên keleporî yên Trabzonê bigrin heta bi yên Colemêrgê, ji hingivê Rizeyê heta bi penîrê Wanê berhemên cûr be cûr di vê fûarê de li hêviya Enqereyiyan e.

Di fûarê de berhema herî balkêş jî mexfûra 105 salî bû û xwediyê wê mexfûrê Mustafa Çîçek dibêje ku îro ji ber zêdebûna teknolojiyê êdî berhemên xwemalî peyda nabin. Fûara ku 2yê Berfanbarê deriyên xwe ji bo Enqereyîyan vekirî ye wê heta 11ê Berfanbarê di navbera saetên 10: 00 sibehê heta 21:00ê şevê vekirî bimîne.