Li Tirkiyê Komeleyên jinan li dijî yasaya weberhênanê derketin

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag daxuyaniyek ragihand û got, ew dê wê pêşiniyarê ji nava metnê reşnivîsê derxin.

K24-Navenda Nûçeyan

Yaseya îstîsmarê ji ber nerazîbûna partiyên muxalif û komeleyên jinan, ji bo ku careke din bê nirxandin bo komisyonê bişûnde hate vegerandin. Lê belê komeleyên jinan ji bo ku ev yase bi temam bê betalkirin li ber deriyê parlementoya Tirkiyê çalekiyek lidarxistin.

Piştî kudi parlementoya Tirkiyê de ev yaseya Îstîsmarê ya Cinsî di komisyonê de derbas bû hem partiyên muxalefetê hem jî dam û dezhehên civakî û komeleyên jinan li dijî vê yaseyê bertekên tund nîşan dan. Li ser van nerazînûnan Serokvezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji bo ku di

pêşniyaznameyê de sererastkirin û guhertin bên kirin û da ku piştevaniya partiyên muxalefetê jî hilgrin ev pêşniyar careke din bo komîsyonê hate şandin. Lê belê komeleyên jinan ji bo ku ev yase bi temamî bê betalkirin li Enqera paytexta Tirkiyê li ber parlementoya Tirkiyê çalekiyek lidarxistin û bang li rayedarên partiya deshilatê kirin ku destê xwe ji ser bedena zarokan vekişînin û vê yaseya ku tê xwestin bê karîgerkirin bi temamî betal bikin.

Endama Komeleya Piştevaniyê ya Jinan Denîz Derînyol wiha got:"Em dixwazin ev yaseya ku niha di rojevê de ye bi temamî ji rojevê bê derxistin û digel vê yekê hewceye şertên cezakirinê yên destdirêjî û tacîzê jî bên sererastkirin û cezayên giran bên dayîn. Pêwîste ku parlemento ji bo parastina zarokan xebatên xwe bike."

Parlementerên CHP jî ji bo ku ev yaseya îstîsmarê ya cinsî bi temamî bê betalkirin beşdarî çalakiya jinan bûn. Parlementerê CHPê Bariş Yarkadaş got ku AK Partî dixwaze ji bo xwe hevkarên sucan peyda bike ji ber vê yekê jî ev yase bi paşve kişandiye, lê belê ew bi tû awayî nabin hevkarê deshilatê û dê her ji bo bi temamî betalkirina vê yaseyêtevbigerin.

Parlementerê CHPê Bariş Yarkadaş wiha axifî:"Nayê qebûlkirin em li ser pêşniyaznameya ku tacîzkeran diparêze bi deshilatê re lihev bikin. Pêşniyaznameya ku efûyê ji bo tacîzkaran tîne hewceye bi temamî bê betalkirin. Bi vê yekê dixwazin ku hindekan biparêzin."

Digel vê yekê hem komeleyên jinan hem jî partiyên

muxalefetê dibêjin ku. ew nahêlin ev pêşniyazname wek yaseyekêdi parlementoyê de derbas bibe û destûra wê yekê nadin ku zarokên 10 salî bi kalên 70ê salî re bidin zewicandin. Di serdema ku, reaksiyon dihatin nîşandayîn de Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag daxuyaniyek ragihand û got, ew dê wê pêşiniyarê ji nava metnê reşnivîsê derxin.