Ji bo sersalê, li Qamişlo şahiya Keskesorê

Şahiya ku di bin serpereştiya amojgeha Amerîkî ya aştiyê ve bi rê ve çû, bi armanca belavkirina çanda hezkirin û aştiyê hejmarek ji kesayet û komele û saziyên civaka sivîl ji hemû pêkhateyên deverê li hev civandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Navenda Dad ya mafê mirovan li bajarê Qamişlo, mihrîcaneke taybet bi şahiya serê sala nû dibin navê Keskesorê de li dar xist. Şahiya ku di bin serpereştiya amojgeha Amerîkî ya aştiyê ve bi rê ve çû, bi armanca belavkirina çanda hezkirin û aştiyê hejmarek ji kesayet û komele û saziyên civaka sivîl ji hemû pêkhateyên deverê li hev civandin.

Di mihrîcana Keskesorê de çalakiyên rengereng wek stran,dîlan,û hin cûreyên xwarinên gelêrî ji alî pêkhatên deverê ve hatine nemayiş kirin. ji aliyekî din ve û ji bo ku kêfxweşiyê derbasî dilê zarokên beşdar bikin, Papa Niwêl jî xelat û diyarî li zarokan belav kirin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve şahî û cejnên sersalan li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ta radeyekê hatibûne rawestandin û di van salên dawî de hejmarek ji komele û saziyên civaka sivîl hewldanan dikin ku van şahiyan careke din ji nû ve lidar bixin.