Merkil zimanê xwe ji zarokên Sûrî re derdixe

Merkil li gel du mamosteyên jin li ser kursiyeke biçûk li pêşya zarokên xwendevan rûniştiye û di kêlîkekê de, bi henekî û devlikenî, zimanê xwe ji zarokan re derdixe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Tevî ku şêwirmenda Almanî Angela Merkil, weke jineke berpirs û kêmken tê naskirin, lê di dema serdana wê de ji bo Lubnanê, Kamîreyan wêneyê Merkil bi awayekî din pêşan dan.

Şêwirmenda Almanî roja Îna derbasbûyî, serdana xwendingeheke Lubnanî kir, ku zarokên penaberên Sûrî û li gel zarokên Lubnanî têde dixwînin.

Di wê serdanê de, Merkil li gel du mamosteyên jin li ser kursiyeke biçûk li pêşya zarokên xwendevan rûniştiye û di kêlîkekê de, bi henekî û devlikenî, zimanê xwe ji zarokan re derdixe.

Ev yekem car e, ku Angela Merkil bi wî awayê tê dîtin, ji ber ku piraniya wêne û vîdyoyên wê, fermî ne.

Derbarê rewşa penaberên Sûrî, Şêwirmenda Almanya tekez kir, ku heya niha rewşa Sûryê baş nebûye ku rê li ber vegera penaberan veke.

Herwiha diyar kir, ku welatê wê li gel hemû aliyan bizavan dike, daku çareyekê ji kirîza Sûryê re bibînin daku penaber bi aramî vegerin.

N.O