Giştî Xiristiyanên Rojava cejna Qiyametê dikin

 

K24 – Qamişlo

Xiristiyanên bajarê Qamişlo cejna Qiyametê dikin, ev cejin ku ji roja Înê ya gewre dest pê dike. Herwiha rojiya 50 rojî jî bi dawî dibe. Xiristiyanên beşdarî cejnê dibin hêvî dikin ku ev cejin bi aramî birêve here.

Bi destpêka vê heftiyê re Xiristiyanên Rojavayê Kurdistanê dest bi şahiyên cejna Qiyametê dikin, destpêka van şahiyan berî roja cejnê bi 2 roja dest pê dibin, an ku di roja Înê ya gewre de cejin dest pê dibe.

Di vê rojê de limêja vê rojê di Kenîseyê de tê kirin, herwiha hin rêwresmên olî mîna meşa Şemasan û sitranên ku êşên Mesîh bi bîrtînin, û bi pîrozbahiyên welatiyan re ji dervî kenîseyê ev roj bidawî tê.

Roja şemiyê an ku şemiya ronahiyê tê de 50 rojên rojiyê bi dawî tên, û bi wê yekê cejna Qiyametê dest pê dibe, di cejnê de jî xelkên Xiristiyanî serdana kes û karên xwe dikin, piştî serdana Kenîseyê û xwendina hin stran û hêviyên taybet bi cejnê, ku bêhtirî xwestekên ji xwedê ku aramî vegere deverê û şahiyên ji dil lidar kevin.

Cejna Qiyametê, ew e roja ku pêximber Mesîh bi can û laşê xwe hilfiriya asman, li gorî ola Xiristiyanî, Mesîh gihişte cem yezdan, ev bûyer jî piştî 2 rojan ji îna gewre ya ku di wê rojê de Mesîh hate îşkence kirin, Xiristiyan jî berî vê bûneyê rojiya 50 dikin û bi cejna Qiyametê ev rojî bi dawî tê û şad dibin ku di vê rojê de Mesîh gihişte cem yezdan.