Xana Hesen Paşa bûye navenda geşt û guzariyê

Yek ji bermayiyên dîrokî yên Diyarbekirê, Xana Hesen Paşa 442 sal in ku li Taxa Deriyê Çiyê li ser piyan maye. Xana Hesen Paşa, ji bo geştiyarên biyanî û xwecihî wekî navnîşana yekemîn a rûniştinê tê pênasekirin. Xana dîrokî ji ber taybetiya avaniya xwe, di germa havînê de ji ber hênikbûna xwe dibe yek ji cihên herî qelebalix.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Yek ji bermayiyên dîrokî yên Diyarbekirê, Xana Hesen Paşa 442 sal in ku li Taxa Deriyê Çiyê li ser piyan maye. Xana Hesen Paşa, ji bo geştiyarên biyanî û xwecihî wekî navnîşana yekemîn a rûniştinê tê pênasekirin. Xana dîrokî ji ber taybetiya avaniya xwe, di germa havînê de ji ber hênikbûna xwe dibe yek ji cihên herî qelebalix.

Xana Hesen Paşa, li Diyarbekirê; li ser kolana herî bi nav û deng a Gaziyê ye. Ev xan, di sala 1575’an de ji aliyê Parêzgerê Diyarbekirê Wezîrzade Hesen Paşa ve hatiye avakirin. Xana ku yek ji bermayiyên dîrokî ne; li ser sê tebeqeyan hatiye avakirin. Kevirên ku ji rengên reş û spî dor bi dor hatine rêzkirin, bi zeximbûna xwe balê dikişînin. Geştyar her saetên rojê dikarin ji bo bêhinvedanê serî li vê xanê bidin.

Mehmet Akin jî wekî geştiyarekî xwecih serdana Xana Hesen Paşa kiriye û bi van gotinan qala xweşiya xanê dike. Mehmet Akin ji K24ê re wiha axivî: “Xana Hesen Paşa cihê îsterehetê ye, cihê îtaetê ye. Em dibînin ku jinek tê vê derê, ji bo pêçandinê tiştek dipirse, yek tê çayekê vedixwe, yek diçe beşa pirtûkan û pirtûkekê digire. Yanî her kesek bi Xana Hesen Paşa re di nav dan û stendinê de ye.”

Dîmena xanê ji derve wekî du tebeqe û jûrên kevirîn xuya dike. Lê di bin vê xanê de 2 axurên mezin ku 500 belgîran dihewandin jî hene.  Li tebeqeya yekemîn dora hewşê bi jûran dorpêçkirî ye û ev jûr jî niha wekî cihên kel û pelên gelêrî tên bikaranîn û ev jî bala geştiyaran zêdetir dikişîne.

Huseyîn Dîrîl yek ji esnafên Xana Hesen Paşa ye. Dîrîl dibêje ger xebatên berbiçav werin kirin, dê çûnehata vê xanê zêdetir bibe. Huseyîn Dîrîl got: “Em nikarin bibêjin hêviyek heye. Ji ber ku em ronahiyekê nabînin. Lê belê dema xebatek ji bo zêdekirina geştegeran hebe, em ê pê kêfxweş bibin. Em dixwazin êdî tiştên xweş bibin, xelk azad bibe, hemû tişt bi xweşî bibin. ”

Xana Hesen Paşa, bi hewşa xwe ya mezin û şadirvana 6 lingî, ji bo malbatan jî ji bo hevalên civakî jî ji bo dildar û evîndaran jî bûye wekî şûnwarekî jêneger. Amûr û alavên ku li xanê tên pêşkêşkirin jî ji bi dîroka avahiyê re di nav ahengekê de ji bo mêvanên xanê tên pêşkêşkirin. Xana Hesen Paşa, digel pêşwazîkirina mêvanan, mazûvaniya kevokên xwedî hêlîn jî dike.