Mizgefta Mezin a DiyarbekIrê 4 hezar sal in li ser piyan e

Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ku ji sala 639’an ve derbasî serweriya Ola Îslamê bûye, li gorî agahiyên dîroknasiyê beriya zayînê 2000 sal berê wekî dêreke 4 bawerî hatiye avakirin û 4 hezar sal in ku li ser piyan e. Mizgefta Mezin a Diyarbekirê di cîhanê de wekî mizgefta herî pîroz a 5’emîn e.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ku ji sala 639’an ve derbasî serweriya Ola Îslamê bûye, li gorî agahiyên dîroknasiyê beriya zayînê 2000 sal berê wekî dêreke 4 bawerî hatiye avakirin û 4 hezar sal in ku li ser piyan e. Mizgefta Mezin a Diyarbekirê di cîhanê de wekî mizgefta herî pîroz a 5’emîn e.

Kevirên reş û spî ku sembolên berhemên dîrokî yên Diyarbekirê ne, bûne bingeha Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ku di qada cîhanê de bi nav û deng e. Ev avahiya ku beriya zayînê di sala 2000’an de ji aliyê Xirîstiyanan ve wekî Dêra Mar Toma hatiye avakirin, bi serweriya Îslamiyetê re ji bo xizmeta mizgeftê hatiye tekûzkirin.

Muftiyê Mizgefta Mezin Mehmet Şah Menteş dîroka mizgeftê wiha rave dike: “Di nav cîhanê de ev mizgefta hanê, ji aliyê pîrozbûnê ve herêma 5’an e yanî jê re dibêjin mizgefta pîroz a 5’an. Ya yekemîn Kabe, ya duyemîn Mescîdê Nebewî, ya sisiyan Qudusî Şerîf, ya çaran Şam Emewî ya pêncan Mizgefta Mezin a Diyarbekirê yanî ev der e.”

Hewşa Mizgefta Mezin, lakêşe ye û ji sê aliyan ve bi avaniyên cihêreng dorpêçkirî ye. Mizgeft ji du tebeqeyan pêk tê û tebeqeya duyemîn ji avaniya xwe ve wekî pirtûkxane hatiye bikaranîn. Li cihên ku wekî sivêrnek tên bikaranîn jî kêranên ji darên hewran hatine bicihkirin. Mizgefta ku ji şerê şendekan ê Sûrê hatibû rûxandin, piştî çend mehan car din ji xelkê re hat vekirin. Muftî Menteşe dibêje rûxandina li vê mizgeftê dilê hemû Diyarbekiriyan sotandibû.

Muftiyê Mizgefta Mezin got jî “Hîn jî em di zerarê de ne. Ji xirabkriinê tu car tiştek çênabe. Xwedê ev ziman daye ku mirov dikarin bi vî zimanî biaxivin û bi vî zimanî pirsgirêkan çareser bike û serfiraz bike.”

Li Hewşa Mizgeftê şadirvaneke heştlingî û hewzeke mezin heye ku ew jî di sala 1849’an de ji aliyê Ebû Mansûr Îlaldî ve hatine çêkirin. Mizgefta ku bi dîtbariya xwe yek ji navendên balkêş ên geştegeriyê ye, her roj ji bo serdêrên biyanî mazûvaniyê dike.

Mûrat Şen 20 sal in ku li ber dergehê Mizgefta Mezin tizbiyan difiroşe û di derbarê mizgeftê de van agahiyan dide û dibêje: “Dîroka Mizgefta Mezin ne diyar e. Cihê 4 kîtabeyên mezin tê de heye. 4 pêxemberên mezin li vê mizgeftê kar kirine. Yanî dîroka wê ne diyar e tenê her dem bi temîrê hatiye nûkirin û bi vî awayî gihîştiye roja îroyîn.”

Mizgefta ku hemû Diyarbekirî bi çîroka wê û dîroka wê dizanin, bi taybetiya kevirên bazalt ên Diyarbekirê, germa havînê derbas nake. Di mehên Remezanê de jî bêhinvedana rojîgiran li Mizgefta Mezin bûye wekî çandeke salane . Xelkê ku ji saetên sibehê ve ber bi mizgeftê ve diçin, hinek jê nimêj û îbadeta xwe dikin, hinek jî di xewê re diçin.