Li Enqerê pêşangeha bihnên kevin û cudewaz hat vekirin

Bihnên sed salî ku di heyama şaristaniyên kevn de dihatin bikaranîn û di roja îroyîn de pir nayên zanîn, ji bo ku neyên jibîrkirin cara yekem li Enqereya Tirkiyê di pêşangeha bihnan de hatin bihnkirin. Di pêşangehê de ji zêdeyî 50 bihnên ji hev ciyawaz ku hin bihn sed sal in nehatine bihnkirin, cara yekem di vê pêşangehê de hatin bihnkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Bihnên sed salî ku di heyama şaristaniyên kevn de dihatin bikaranîn û di roja îroyîn de pir nayên zanîn, ji bo ku neyên jibîrkirin cara yekem li Enqereya Tirkiyê di pêşangeha bihnan de hatin bihnkirin. Di pêşangehê de ji zêdeyî 50 bihnên ji hev ciyawaz ku hin bihn sed sal in nehatine bihnkirin, cara yekem di vê pêşangehê de hatin bihnkirin.

Ev bihna ku bi navê ava bûhûrê tê zanîn, bihneke gelek kevne ku zû bi zû nayê peydekirin û sed sal in jî nehatiye jê bihnkirin. Wekî ava bûhûrê gelek bihnên sed salî û di heyama Bîzans, Roma, Hîtît û Osmaniyan de pir dihatin bikaranîn li Enqereya Tirkiyê di vê muzaxaneya kevn de bo xelkê hatin nîşandan.

Rêvebera Muzexaneyê Nazan Gezer li ser pêşangeh û bihnên tê pêşandan ji K24ê re got: “Armanca pêşangeha me ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Vehbî Koç ve hatiye vekirin, ew e ku bihnên hêdî hêdî tên jibîrkirin û di jiyana mirovan de cîheke taybet digirin, em bînin bîra mirovan da ku neyên jibîrkirin. Digel bihnên xweşik ên wek lewanta, ava bûhûrê, bihnên wek egzoz, telîs û bizina jî hene. Kesên ku bihna bizina bihn dikin dibêjin ev bihna gundê me ye ev jî hesteke ciyawaz e. Di nav du rojan de nêzî 500 kes hatin serdana pêşangehê eleqeyeke baş bo pêşangehê heye.”

Bihnên wek ava gulê ku di zemanên berê de ji bo cîh û warên pîroz wek bo paqijkirina mizgeftan dihat bikaranîn û ji aliyê hin siltanên Osmaniyan ve wek xelat bo Mekke dihatin şandin bi awayeke balkêş li ser van maseyan hatine dîzaynkirin. Her kesên ku tên vir pê li bûtonê dikin û bihnên ku ji vê kelûpelê derdikevin bihn dikin.

Welatî Fatîh Bahçivan dibêje: “Pêşangeheke wiha ji bo bihnkirina hin bihnên veşartî pêşangeheke gelek resen e. Ji bo vê em spasiya kesên ku keda wan hene dikin ku di ser bihnan re em birin heyamên berê.”

Xwendekar Banû Kafarya jî got: “Zêdetir li ser deng an jî dîtinê, pêşangeh dihatin sazkirin lê cara yekem e li ser bihnan xebateke wiha hatiye kirin gelek resen û xweş e. Bi vê pêşangehê ez hîn bûm ku wateya bihnan çiye û çawa ji bo çi hatine bikaranîn. Weke din li ser tabloyan jî dinivîse hin bihn di hin heyaman de hatine qedexekirin û ev bala min kişand.”

Ev beşa taybet jî bo nasandina bihnan hatiye amadekirin. Li ser vê maseyan jî ji aliyê beşdaran ve navê bihnan tên texmînkirin.

Xwendekar Ayşe Kubra got: “Xweş e pêşenageheke balkêş e. Li vir bi bi bihnkirina hin bihnan navê wan em texmîn dikin. Li ser bihnan jî agahî û eleqeya min gelek baş e.”

Pêşangeha ku tê da ji zêdeyî 50 bihnên cuda hene heta dawiya roja meha Adarê dê vekirî be.