Zanîngeha Kobanê beşên din vedike

Zanîngeha Kobanê hin beşên nû derbasî sala xwendinê ya duyamîn dike û 180 xwendekar pêşwaz dike, lê hin kêmanî û astengî li pêş zanîngehê hene.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Zanîngeha Kobanê hin beşên nû derbasî sala xwendinê ya duyamîn dike û 180 xwendekar pêşwaz dike, lê hin kêmanî û astengî li pêş zanîngehê hene.

Di sala xwe ya duyamîn de zanîngeha Kobanê hin beşên nû tevlî projeyên xwe yên xwendinê dike, ku ji bilî wêjeya Kurdî û fêziya û kêmîya di vê salê de başa Zanistê, Teknolojiya û wêjeya Erebî zêde dike û hajmara mamoste û pispor lê digihîne 18 mamosteyan ku hajmarek ji wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Serokê beşê Kurdî di Zaningeha Kobanê de Ednan Hesen ji K24ê re got: “Ligel ezmûna sala yekem, îsal gelek gavên pêşketî hatine avêtin. Xwendekarên salên yekemîn ku nadeyên xwe di nava hev de ne, ji hev dabeş bûne, wek fîzîk, kîmya û bîrkarî ji hev hatine cudakirin. Herwiha fakulteya wêjeya Kurdî sala yekemîn heye û sala duyemîn jî heye.”

Hejmara xwendekaran di vê salê de digihêje 180 xwendekar ji ber vê yekê rêveberiiya zanîngehê dide zanîn ku ew rastî gelek astengiyan tên, ji kêmasiya holên xandinê û mamosteyên pispor, herwihe kêmasiya alavên xwendinê bi teybet yê zanistî.

Zanîngeha Kobanê di sala bûrî de hate avakirin. Zanîngehe sêyamîn e li asta Rojavayê Kurdistanê piştî Zanîngehe Efrîn û ya Rojava li Cezîrê ye. Li gorî rêvebiya zanîngehê, salane hejmara xwendekaran ber bi zêdebûnê ve diçe.