Xebatên kolanên arkeolojiyê li kelha Zêrzevanê dest pê dike

Li navçeya Çinar a Diyarbekirê li ser Keleha Zêrzevan a dîrokî piştî 5 mehan xebatên kolanên arkeolojik dîsa dest pê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Çinar a Diyarbekirê li ser Keleha Zêrzevan a dîrokî piştî 5 mehan xebatên kolanên arkeolojik dîsa dest pê dike. Li Kelehê, di xebatên 2017'an de Perestgeha Mîthrast hatibû keşif kirin û ji çar aliyên cîhanê bi sedhezaran geştyaran serdana Kelehê kiribûn. Di xebatan de tê çaverêkirin bajarên ser erd û binerd werin keşif kirin.

Ev der Keleha Zêrzevanê ye. Li kêleka rêya Mêrdîn û Diyarbekirê cih digire û 13 kîlometreyan ji Çinara Diyarbekirê dûr e. Li gor zanyariyan di serdema Împartoriya Roma de ango ji beriya hezar û 700 sal an wekî leşkergeha sînorê başûrê Romayê 400 salan bê navber hatiye bi kar anîn.  Piştî 5 mehan niha ji aliye tîmeke ku ji 75 kesan pêk tê xebatên kolandinê dest pê kir. Mamosteyê Beşa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Aytaç Coşkun serpereştiya xebatan dike. Li gor ragihandina Coşkun, di bin kelehê de bajarekî binerd ku hîn nehatiye keşifkirin jî heye.

Dr. Aytaç Coşkun ji K24ê re got: "Ev der cihekî stratejîk ê heyama Roma'yê ye. Ji dema ku me Perestgeha Mîthras keşifkirî ve em eleqeyeke mezin dibînin. Di xebatan de me gorên taybet, jêrzemîn, jûrên leşkeran û perestgehên heyama Roma'ya Pagan û Xirîstiyan keşif kirine. Li vê derê hem li ser erd hem jî li bin erd bajar hene, em hewil didin ku van bajaran derxînin holê. Ji bo danasîna bajêr û pêşvebirina beşa geştyariyê Keleha Zêrzevanê xwedî cihekî cûda ye."

Bi keşifkirina Perestgeha Mîthrasê ve ji çar aliyên welat û dewletên wekî Kanada, Hindistan û Fînlandiya'yê bi sedhezaran geştyaran serdana kelehê kirine. Li gorî zanyariyan, keşifkirina Perestgeha Mîthras'ê sedema herî girîng ya serdana geştyarên bîyanî ye ji ber ku ev perestgeh wekî perestgeha herî dawî ya Mîthras tê naskirin. Keşfên dîrokî bi xwe beşa geştyariya herêmê jî zindî kiriye. Qeymeqamê Çinarê Selamî Kaya jî ragihand ku, di 6 mehan de 200 hezar geştyaran serdana Kelehê kirine û ji van 40 hezar geştyarên biyanî ne.

Selamî Kaya dibêje: "Sedemeke girîng a hatine geştegeran jî Keleha Zêrzevanê ye. Niha ji sedî 90'ê otelan tijî ne. Diyarbekir navendeke geştyarî ye. Em hêvî dikin ku dê Diyarbekir potansiyela xwe û heyîniyên dîrokî û olî di rojevê de cih bigire. Oskara Geştyariyê ya Cîhanî ango Sêva Zêrîn îsal dan Diyarbekirê, yek ji sedemên dayîna vî xelatî Keleha Zêrzevanê ye."

Ji aliye Wezareta Çand û Turîzmê, Parêzgerî, Zanîngeha Dîcle û Qeymeqamiya Çinar'ê ve di sala 2014'an de xebatên kolandina arkeolojîk da dest pê kirin. Di lêkolînên sala 2017'an de Perestgeha Mîthras hat keşifkirin. Mîthras wekî ol an jî Xwedayê rojê tê zanîn. Di dîrokê de her veşartî bû. Sirên vî olê tenê ji aliyên endaman ve dihat zanîn. Ayînên Mîthras veşartî dihatin kirin, tenê zilaman dikarî bibin endamên Mîthrasê. Piştî belavbûna Xrîstiyaniyê dînê Mîthras betal bûye.

Di xebatên arkeolojîk de derbarê wê serdemê de agahiyên zêdetir tên berhevkirin. Li gorî zanyariyên berpirsên xebatên arkeolojîk, di 50 salan de encax Keleha Zêrzevanê bi temamî were keşifkirin.