Muzexaneya keleha Diyarbekirê li benda geştiyaran e

Muzexaneya Nav Kelehê ya Diyarbekir ku piştî xebateke 10 salan di sala 2015'ê de ji bo geştiyaran hate vekirin di serdema havînê de rastî eleqeya geştiyaran tê.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Muzexaneya Nav Kelehê ya Diyarbekir ku piştî xebateke 10 salan di sala 2015'ê de ji bo geştiyaran hate vekirin di serdema havînê de rastî eleqeya geştiyaran tê. Muzexaneya Nav Kelehê di sala 2017 de 50 hezar geştiyar hewandî ye û armanca ew e ku îsal ev reqem bibe 100 hezar. Di nav geştiyaran de yên ku ji derveyî welêt tên jî hene, yên ku ji bajarên derdorê yên Bakurê Kurdistanê tên jî hene.

Navçeya Navendî ya Diyarbekirê Sûr di nava xwe de gelek avahî û berhemên dîrokî dihewîne ku yek ji van Muzexaneya Nav Kelehê ye ku muzexane geştiyaran derdixe geştek ji nav dîrokê. Muzexane li ser zemînek 72 hezar metirçargoşe cîh digire û ji 20 birc û 4 deriyan pêk tê û ji bo restorasyonê jî 24 milyon lîre hatiye xerçkirin . Geştiyarên ku cara yekem serdana Muzexaneya Nav Kelehê dikin  amaje dikin ku wan hêvî nedikir  muzexaneyek evqas bedew û bibandor derbikeve pêşiya wan. Davût Ateş jî yek ji wan geştiyaran e ku ji Elmanyayê hatiye serdana muzexaneyê.

Di hewşa muzexaneyê de qesir, dêr û avahiyên rêveberiyê yên dîrokî cih digirin kû serdemên wek sedsalên 19. ,12. û beriya zayînê de hatine avakirin û her wiha 36 hezar berhemên ku di kolînên arkeolojik de hatine bidestxistin tên pêşandan. Sevgî Ateş jî tevî hevjînê xwe Salîh Ateş ji Bêlecûk a Rûhayê bo dîtina Muzexaneya Nav Kelehê berê xwe dane Diyarbekirê ku berhemên Diyarbekirê ên bûne mijara dengbêjiyê bi çavên xwe bibînin.

Muzexaneya ku di sala 2015'ê de ji bo geştiyaran hatiye vekirin di sala 2017'ê de ji aliyê 50 hezar kesan ve rastî serdanê hatiye û Parêzgeriya Diyarbekirê dide zanîn ku ji bo sala 2018'ê armanca wan ew e ku 100 hezar geştiyar serdana Muzexaneya Nav Kelehê bikin.