Penaber bi dilên şikestî pêşwaziya cejnê dikin

Malbata Remezan Celal jî yek ji wan kesan e ku niha ji bajarê xwe Kobanî dûr, bi dileke şikestî pêşwaziya Cejna Qurbanê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê û bi teybetî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bû sedem ku bi milyonan kes bikevin li ser rêya penaberiyê. Malbata Remezan Celal jî yek ji wan kesan e ku niha ji bajarê xwe Kobanî dûr, bi dileke şikestî pêşwaziya Cejna Qurbanê dike.

Di demên cejnan de piraniya xelkê, berê xwe didin bajarên xwe û cejnê li gel xizmên xwe li ser axa xwe pêşwazî û pîroz dikin. Lê ji bo penaberan ev rewş ne wiha ye. Bi teybetî penaberên ku neçar mane ji Rojavayê Kurdistanê derdbikevin bi dileke şikestî cejna xwe derbas dikin. Malbata Remezan Celal jî di sala 2014'ê de ji ber êrîşên DAIŞ'ê li gel malbata xwe ji Kobanî derketiye û dibêje dema cejn tê ji ber hesreta Kobanî xemginiya wan zêdetir dibe.

Penaber Remezan Celal dibêje: "Em li Kobanî, cem heval û xizmên xwe bûn û xweş bû. Lê niha em li vir xerîb in. Ez hêvî dikim ku êdî cejnên xwe li Kobanî bijîm."

Hevjîna Remezan Celal, Feyrûz Şêx Elî jî dibêje dema ku wan li Kobanî pêşwaziya cejnê dikir bi keyfxweşî li gel cîran û xizmên xwe amadekariya cejnê dikirin. Lê niha ew nexweşe û ji bajarê xwe dûr cejna Qurbanê derbas dike.

Feyrûz Şêx Elî got: "Me li Kobanî bi awayeke rêkûpêk amadekariya cejnê dikir. Lê niha ez nizanim gelo cejne an ne cejn e. Xerîbî zor e."

Remezan Celal û Feyrûz Şêx Elî niha li Diyarbekir li gel kurê xwe Îbrahîm ê ku astengdar e li benda vegera bajarê xwe ne û dibêjin ew hêvî dikin ku ev cejna dawî be ku derveyî Kobanî derbas dikin.