Paris Hilton: Min û Britney selfie avakir

Hilton got: “Berî 11 salan min û Britney Spears selfie avakir. Piştî me selfie kete jiyana mirovan de”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keça dewlemendê xwediyê otêlên Hilton û hunermend a magazine Paris Hilton di twitterek xwe de diyarkir ku, “Berî 11 salan min û Britney Spears selfie avakir. Piştî me selfie kete jiyana mirovan de”.

Liser van gotinên Paris Hilton gelek kesan şirove nivîsandin û gotin: “Gava selfie hebû, hîn tu û Britney nehatibûn dinyayê”.