Rusya Twittên Trump wekî daxûyaniyên fermî dibîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Kremil Dimitriy Peskov ragihand ku, hemû parvekirinên Twitterên Serokê Amerikayê Donald Trump wekî daxûyaniyên fermî dibînin û Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin agahdar dikin.
Peskov herweha destnîşankir ku, wekî raporekê ew Twittên Trump pêşkeşî Putin dikin.
Serokê Amerikayê bikarênerek mezin ê Twitterê ye û bi sedên milyonan şopînerên wî liser Twitterê hene.