Evîndarên penaber piştî 14 salan gehiştin hev

Ji sala 2011an û vir de ji ber şerê navxweyî yê Sûrî bi milyonan kes berev welatên biyanî ve penaber bûn. Di vê rêwitiyê de gelekan jiyan xwe ji dest da û yên ku karîne rizgar bibin jî li kamp û kolanên bajarên biyanî bi hêviya jiyaneke aram li ber xwe didin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji sala 2011an û vir de ji ber şerê navxweyî yê Sûrî bi milyonan kes berev welatên biyanî ve penaber bûn. Di vê rêwitiyê de gelekan jiyan xwe ji dest da û yên ku karîne rizgar bibin jî li kamp û kolanên bajarên biyanî bi hêviya jiyaneke aram li ber xwe didin.

Maîsa El-Hafiz jî yek ji wan penaberan e ku di nav trajediyên dilsoj yên piştî şer de bi kar û berxedana xwe bo milyonan penaberan wek sembola hêviyê tê nîşandan.

Maîsa El-Hafiz ji K24ê re wiha çêroka vegot: “Ev 2 sal in em hewl didin bi stranan dengê xwe bigehînin cîhanê. Em bi zimanên Kurdî, Ingilîzî, Erebî, Ermenkî, Farisî û bi hemû zimanên Rojhilata Navîn stranan dibêjin. Em di konsertên xwe de hertim dengê aştiyê bilind dikin û peyama me ya herî sereke jî bo cîhaneke xweş aştî û aramiyeke mayînde ye.

Malbata Maîsa El-Hafiz li Sûriyê ye û dezgirtiyê wê jî li Hollandayê ye; El-Hafiz jî ne ji ber şerê Sûrî dikare vegere ba malbate xwe ne jî ji ber prosedûrên fermî dikare biçe ba dezgirtiyê xwe.

Maîsa El-Hafiz dibêje: “Ez dibêjim heger mirov hêviya xwe şikîne û li ber xwe bide mirov dikare her tiştî bike. Min di nava hemû şert û mercên zehmet de hêviya xwe ne birî û herî dawî ez gehiştim xeyala xwe. Hêvîdarim ku endamên orkestraya min jî bi heman awayî bigehijin mirazên xwe.

Ev helwesta Elhafez piştî ku dibe film û şûnde dengê stranên aşitiyê ji sînorên ku ew nikare xwe bigehînê derbas dibin û bi saya dokûmenteriyê bi dezgirtiyê xwe yê ku ev 14 sal in ji hev dûr in tên ba hev.

Derhêner Elîf Tîbet got: "Beriya 2 salan me hevdu naskir. Piştî ku me hevdu naskir me biryara dokûmenteriyê da. Pêşî serboriya xwe ji min re got û bi rastî berxwedan û xebata wî ya li hember jiyanê karîgeriyeke mezin li ser min çêkir û min got divê teqez em vê çîrokê di gel mirovan parve bikin."

Dokûmenteriya bi navê Ballad for Suriya anku Strana bo Surî ji aliyê temaşevanan ve jî rastî eleqeyeke mezin hat.

Temaşevan Kivilcim Degirmencîoglu dibêje: "Dokûmenterî gelekî balkêş û kartêker bû. Herwiha li tirkiyê gelek penaberên ji Surî hene û em nizanin çi bi serê wan hatine. Lê mixabin gelek bûyerên trajîk bi serê wan hatine. Bi ya min derbarê wan û çîrokên wan de divê em zêdetir hestiyar bin."

Maîsa El-Hafiz ne tenê bi orkestraya xwe herwiha bi alîkarî û xebatên xwe yên xêrxwaziyê jî bo kesên ji jiyanê bê hêvî wekî nîşaneya hêviyê di biriqe û şewq dide derdora xwe.