"Li başur diyardeya zewaca keçên temen piçûk zêde bûye"

Di van her sê salên dawî yê de, diyardeya zewaca keçên temen piçûk li Herêma Kurdistanê zêd bûbû, ji ber pirsgirêkên civakî, aborî û rewşa şer li nav kampên penaberan zêdetirbûye
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Pispora dibiwarê civakî de,  D.Hetaw Kerîm ragehand ku, hatina rêjeyeke mezin ji penaber û xelkên piyanî nav Herêma Kurdistanê, dîyardeya zewaca keçên temen piçûk zêdetir kirye.

Derbarê bandora zewaca keçên temen piçûk li ser civakê û sedemên wê Pispora dibiwarê civakî de,  D.Hetaw Kerîm ji K24ê re wiha got: Banoreke mezin a zewaca keçên temen piçûk li ser (jin û mêr) heye, ji ber ku keça temen piçûk negihştiye qonaxa zewacê ku bi karê berpirsyaretiya wê qonaxê bike. Ji aliyê tendûristî jî anîna zarokan di temene piçûk de metirsiye li ser jiyana wê keçê.

Diktora Kerîm da zanîn ku, zewaca keçên temen piçûk weke diyarde li Kurdistanê hebû lê hatina rêjeyeke mezin ji penaber û xelkên biyanî ji welatên çûda bo Kurdistanê ew diyarde zêdetir bû.Di van her sê salên dawî yê de, diyardeya zewaca keçên temen piçûk li Herêma Kurdistanê zêd bûbû, ji ber pirsgirêkên civakî, aborî û rewşa şer li nav kampên penaberan zêdetirbûye.