Li Diyarbekirê ji bo derûniya koçberiyê kursa çêniyan tê dayîn

Saziya Piştgiriya Mexdûrên Êşkence û Tundiyê ya SOHRAM'ê 17 sal in ku li Diyarbekirê ji bo kesên kêmderfet û mexdûr xizmeta piştgiriyê dide.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Saziya Piştgiriya Mexdûrên Êşkence û Tundiyê ya SOHRAM'ê 17 sal in ku li Diyarbekirê ji bo kesên kêmderfet û mexdûr xizmeta piştgiriyê dide. Di salên dawîn de serlêdanên ji bo vê saziyê tên kirin, zêdetir ji penaberan pêk tê. Di vê meha dawîn de ji bo 400 penaberan xizmetên civakî û aboriyê tên kirin û ji bo jinên penaber ên Sûriyeyî kursa çêkirina çêniyan tê dayîn. Armanca vê kursê jî ew e ku li ser derûniya koçberiyê bandorên erênî bên bidestxistin

Ji sala 2000'î û heta niha; li Diyarbekirê ji aliyê Saziya Piştgiriya Mexdûrên Êşkence û Tundiyê SOHRAM'ê ve xizmeta civakî û aborî tê kirin. Penaberên ku ji Sûriyeyê koçî Diyarbekirê kiriye jî serî li vê saziyê didin û li gorî pêdiviyên kesayetî û malbatî ji kursên tên dayîn, sûd werdigirin.

Sewra Fadil jî ji bajarê Îdlibê koçber bûye û diyar dike ku bi rêya çêkirina van çêniyan bibîranînên xwe yên nebaş ji bîr dike. Sewra Fadil ji K24ê re wiha axivî: "Li Îdlibê jiyaneke me ya xweş hebû. Em 3 sal berê neçar man ku ji ber şer birevin. Penaberî gelek zehmet e. 4 zarokên min hene, hevjînê min li xwaringehekê dixebite. SOHRAM'ê jî gelek piştgiriya me ya aboriyê kir. Niha ez jî bi çêkirina van çêniyan bêrîkirina xwe ya ji ax û welatê xwe ji bîr dikim."

Ji ber ku çêkirina çêniyan, karekî baldariyê ye; ji aliyê derûnînasan ve ji bo dermankirina giyanî tê pêşniyazkirin. Hem ji bo ku hunera çêniyan cihê xwe li Diyarbekirê jî bigire, hem jî ji bo ku piştgiriyek li mexdûr û penaberan were kirin; Ji Kutahyayê ku wekî bajarê çêniyan tê zanîn; mamoste hatine vê derê û zanînên xwe bi van jinên ciwan re parve dikin.

Mamosteya Hunera Çêniyan Zelîha Sarikaya dibêje ku wan ev xebat di çarçoveya projeya Wezareta Çandê de meşandine. Zelîha Sarikaya dibêje: "Ji bo ciwanên me yên mexdûrên şer û koçberiyê hunera çêniyan nas bikin, me ev proje çêkir. Armanca me ew bû ku hindik be jî em şopên şer û tundiyê ji rûyên wan kêm bikin. Ji bo vê yekê em digel mamoste û xwendekarên xwe ji Kutahyayê hatin Diyarbekirê û em xebata xwe dewam dikin."

Çêniyên ku ji kilsa spî di qaliban de tên teşedayîn, bi nexş û wêneyên cihêreng tên xêzkirin û ev nexş ji aliyê van jinan ve bi baldarî tên boyaxkirin. Piştî nexişandin û boyaxkirinê jî di firinan de tên germkirin û piştre ji bo biriqandinê tên cîlakirin. Cudahiya van çêniyan jî ew e ku her yek bi destên jinên penaber û kêmderfet derketiye û ji bo dermankirina giyanê wan navgînî kirine.