Hilberîna merşikên destkarî dibe ku wenda bibe

Li Wanê destgeha merşikên destkarî li hemberî teknolojiyê li ber xwe dide. Merşikên ku ji alav û amûrên xwezayî tên çêkirin, ku bi sed salan e di çand û hunera Kurdan de cih digire, ji ber teknolojiyê eleqeya welatiyan her diçe kêmtir dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê destgeha merşikên destkarî li hemberî teknolojiyê li ber xwe dide. Merşikên ku ji alav û amûrên xwezayî tên çêkirin, ku bi sed salan e di çand û hunera Kurdan de cih digire, ji ber teknolojiyê eleqeya welatiyan her diçe kêmtir dibe.

Merşikên ku bi keda destan tên çêkirin, di dîroka Kurdan de yek ji wan dewlemendiyên çand û hunerê ye ku bi sedsalane di navbera nifşan de hatiye veguhêstin û xwe gihandiye heta îro. Li wanê welatiyê bi navê Enver Ozkahraman piştî ku ji karmendiyê teqawîd dibe, biryar dide ku destgeha merşikan saz bike û niha ew xwediyê 3 destgehên çêkirina merşikên destkarî ye.

Li wan destgehan 100 karkerên jin kar dikin. Ozkahraman radigihîne ku ew çêkirina merşikan, dema ku karmend bûye û li gundan digeriya ji kesên kal û pîr hînbûye û niha mebesta wî ew e ku hilberîna vê çandê piştî wî jî bidome.

Hosteyê Merşikan Enver Ozkahraman dibêje: "Bi pêşketina teknolojiyê re rengê berikan ji hiriya nebaş, rengên sentetîk çêdikin û erzan didin. Ew berik ji dewletên cîran bi erzanî tên. Em jî bi destê mirovan, wekî berikên berê çêdikin. Ev yek jî dike ku bihayê berikên me giran bin û em di firotinê de kêşeyan dikşînin."

Ew merşikên ku bi destan tên çêkirin ji kokên nebat û giyayên ku li çiyê tên berhevkirin, boyaxên xwezayî tên hilberîn paşê jî di nava sîtilan de hirî û tayên merşikan bi wan boyaxan ve tên boyaxkirin. Ew hirî û tayên boyaxkirî di destên jinan de bi hostayî tên neqşandin û berik û merşikên bi motîvên cûrbicûr tên hilberîn.

Hosteya Merşikan Behîce Kaya jî dibêje: "Di nav malê de jî em serbest in. Em zarokên xwe bi rê dikin dibistanê, ew diçin dibistanê. Seat di 12:00an yan jî di 13:00 an em tên ser kar. Dema riza me tunebe jî em nayên. Em serbest in. Di mehek yan jî du mehan de ev xelas dibe. Bihayê wê jî di navbera 500 û 550 Lîreyê Tirk e."

Xwediyê destgehê Enver Ozkahraman diyar dike ku li gorî çavkaniyên dîrokî yên salên 1920-1930î de li Wanê herî kêm 120 destgehên merşikan hebûne, li wan destgehan, merşik, berik, betanî û şal û şepik dihatin hilberîn. Niha edî ev çand tê jibîrkirin. Divê em nirxê xwe yên dîrokî û çanda xwe biparêzin.