Kurdên Ewropa dest bi vekirina pêşangehên otombêlan kirine

Tenê li bajarê Munich ê Almanya, çendîn pêşangehên kirrîn û firotina otombêlan ji aliyê Kurdan ve hatine vekirin û ev yek bûye cihê dilxweşiya Kurdên wî bajarî.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Beşek ji Kurdên derveyî welat, kar û pêşeyên xwe yên ku Li Kurdistanê dikirin, li Ewropa jî berdewam dikin.

Tenê li bajarê Munich ê Almanya, çendîn pêşangehên kirrîn û firotina otombêlan ji aliyê Kurdan ve hatine vekirin û ev yek bûye cihê dilxweşiya Kurdên wî bajarî.

Xwediyê yek ji wan pêşangehan dibêje: Armanca me ew e, ku Kurd pereyên zêde ji bo kirrîna otombêlan nedin, bi taybet ew Kurdên nû hatine Almanya û zanyarî di vî warî de li cem wan tine ne.

Beşek ji wan pêşangehan, otombêlan ji bo Herêma Kurdistanê jî dişînin û li nav Almanya jî kiryarên wa hene.

N.O