Mizgefta Hezretê Silêman ji bo miradan dibe hêvî

Li Bakurê Kurdistanê bi teybetî jî li Diyarbekirê gelek berhemên dîrokî yên qedîm hene ku yek ji van berheman jî Mizgefta Hezretê Silêman e ku hem ji bo diakirinê hem jî ji bo geşt û guzariyê ji gelek deveran geştyar berê xwe didin vê avahiya dîrokî.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê bi teybetî jî li Diyarbekirê gelek berhemên dîrokî yên qedîm hene ku yek ji van berheman jî Mizgefta Hezretê Silêman e ku hem ji bo diakirinê hem jî ji bo geşt û guzariyê ji gelek deveran geştyar berê xwe didin vê avahiya dîrokî.

Mizgefta dîrokî û qedîm, Mizgefta Hezretê Silêman hem ji ber şer û pevçûnên li navçeya Sûrê û hem jî ji ber xebatên restorasyonê girtî bû û piştî 16 mehan ji bo geştyarî û îbadetê dîsa hate vekirin û ji gelek deveran xelk berê xwe didin vê avahiya pîroz. Ev mizgefta dîrokî ji bo alema îslamê jî gelek girîng û binirx e. Di dema Hezretê Omer de Diyarbekir ji Bîzansiyan tê standin û rola 41 sehabeyan jî di standina Diyarbekir de gelek girîng e. Ji van 41 sehabeyan jî 27 sehabe niha di jêrzemîna Mizgefta Hezretê Silêman de binaxkirî ne.

Muezzînê Mizgefta Hezretê Silêman Halî Karakûş ji K24ê re got: “Dema ku misilman dixwazin Diyarbekirê bi dest bixin, bircên diyarbekir ji wan re dibe asteng û artêşa misilmanan derdora 5mehan keşfê dikin û dibînin ku bi rêya tunelê ew dikarin bikevin nava bajêr. Wê demê jî 41 sehaber bi tunelê re dikevin Diyarbekir û standina Diyarbekir de kedeke mezin didin. Yek ji wan jî kurê Hezretê Xelîd bîn Welîd Hezretê Silêman e ku navê mizgeftê jî ji wî tê.”

Mizgefta Hezretê Silêman ji aliyekî ve xizmeta îbadetê dide û ji aliyekî ve jî mazûvaniya geştyariyê jî dike. Hem ji bajarên derdorê û hem jî bajarên Rojavayê Tirkiyeyê gelek geştyar carcaran ji bo diakirinê û carcaran jî ji bo dîtina motîfên dîrokî berê xwe didin vê mizgeftê.

Mizgefta Hezretê Silêman ku di navbera  salên 1155-1169’an de hatiye avakirin li raserê çemê Dîcleyê li kêleka bircan nêzîkî hezar sale ku ji bo Diyarbekir çavdêriyê dike û sûdeke mezin dide geştyariya baweriyê ya Diyarbekir.