Di nav vexwarinên Kurdî de Qehweya Kizvanan

kîloya Qehweya Kizvanê 18 Lîrayên Tirkî tê firotin û di serî de ji bo bajarên Tirkiyê ji bo Elmanya û Swêdê jî tê şandin.
kurdistan24.net

 

K24-Riha

Di erdnîgeriya Kurdistanê de gelek vexwarinên cuda cuda hene ku hem bi tehma xwe hem jî bi feydeyên xwe bala mirovan dikşîne. Qehweya Kizvanê jî yek ji wan tehman ku eleqeyek mezin dibîne ji aliyê welatiyan ve.

Li Girêsora bajarê Rihaya bakurê Kurdistanê Qehweya Kizvanê ya ku bi taybetî li çiyayên Girêsor bi darên fistiqên çolî çêdibe ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin dibîne. Qehweya ku ji bo gelek nexweşiyan wek derman tê dîtin; li gorî vexwarinên din zêdetir raxbetê dibîne.

Bayram Mordemîrê ku 25 sale li navçeyê bi karê dikandarî û çêkirina Qehweya Kizvanê re mijûl dibe, rave dike ku tehma Qehwa Kizvanê li gorî qehweyên din xweştir û cudatir e.

"Ev kizvan bi taybetî li çiyayên me çêdibin. Li bajarokê herî zêde Qehweya Kizvanê tê vexwarin. Ji bo bêhnvedanê gelekî baş e. Sîngê mirov nerm dike. Çêkirina wê jî gelek zehmet nîne."

Li gorî bijîşkên Elmanî Qehveya Kizvanê laşêmirov li dijî şerpençeyê diparêze û nahêle mirov zû pîr bibe. Herwiha Qehweya Kizvanê di nava xwe de vîtamînên E û B û proteînê dihewîne.  Ev Qehwe hem bi avê hem jî bi şîr tê çêkirin.

"Bi avê jî çêdibe bi şîr jî çêdibe. Kesên ku dixwazin vê qehweyê dikarin bi şekir an jî bêşekir vexwin. Feydeyên qehweya kiznavê gelek in.Ji bo bronşîtê pir rind e. Dema ku sîngê mirov diêşe, sîngê mirov nerm dike û pir rehet dike."

Hem welatî hem jî çêkerê Qehweya Kizvanê bang li rayedaran dikin ku vê qehweyê bidin danasîn. Herwiha kîloya Qehweya Kizvanê 18 Lîrayên Tirkî tê firotin û di serî de ji bo bajarên Tirkiyê ji bo Elmanya û Swêdê jî tê şandin.