Giştî Rêjeya bêkariyê li Tirkiye zêde dibe

Rêjeya bêkariyê li Tirkiye zêde dibe
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya rapirsinê ya Tirkiye (TUIK) diyar kir, ku rêjeya bêkariyê li Tirkiye di sala 2016an de gihiştiye astek bilind. Meha Mijdar a 2016an, li gor heman meha sala berê rêjeya bêkaran biqasî 590 hezar kesan zêde bûye.

Li gor rapora Desteya Rapirsinê hejmara bêkaran 3 milyon û 715 hezar kes e, ku dikare wekî ji sedî 12.1 bête hejmartin. Herweha tê diyarkirin, ku ew hejmar gava kerta derveyî çandiniyê bê hejmartin, digihije ji sedî 14.3.

Li gor rewşa temenî rêjeya bêkaran weha ye:

Di navbera 15-24 saliyê de: Ji sedî 22.6.

Di navbera 15-64 saliyê de: Ji sedî 12.3.