Sembolên Diyarbekirê êdî bi diyariyên darîn tên belavkirin

Li Diyarbekirê ji aliyê du welatiyan ve tên çêkirin û li gelemperiya bakûr û Tirkiyeyê tên belavkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê cara yekemîn e ku berhemên  diyariyê yên ku ji daran tên hilberîn, li Diyarbekirê ji aliyê du welatiyan ve tên çêkirin û li gelemperiya bakûr û Tirkiyeyê tên belavkirin. Welatiyên ku dibêjin; me berhemên di zarokatiya xwe de ji bo lîstikê li hev dihanîn; em îro hem pê bajarê xwe didin naskirin hem jî pê debara xwe dikin.

Xweza, teknolojî û destkariya mirovan; gelek caran dema ku ev hersê hêmanên jiyanî tên ber hev, gelek tiştên balkêş derdikevin holê. Li gelemperiya Bakur, cara yekemîn e ku diyariyên safî yên darîn bi xemil û rewşa nexş û diyardeyên Diyarbekirê tên çêkirin. Ji Mizgefta Mezin a Diyarbekirê, heta Pira Malabadê ku di qada cîhanê de navdar e; bi destkariya du hosteyan bi text û daran tên çêkirin. Muhammed Şîrîn Tîmuçîn yek ji hosteyên van berheman e û dibêje; eleqeya geştiyaran jî û ya welatiyan jî dibe sedem ku em zêdetir karê xwe girîng bibînin û ji bo pêşvebirinê lêkolînan bikin.

Hoste Muhammed Şîrîn Tîmuçîn li ser karê xwe ji K24ê re got: "Dema ku xelk tê û berhemên me dibîne, kêfxweş dibe û ev jî kêfa me tîne. Dema em wê kêfa wan dibînin, em dibêjin me karekî baş kiriye loma kêfa wan tê. Dema xelk li tiştên darîn temaşe dike, wekî ku sêrek di daran de be û sêrek li ser tiştên darîn hebe. Ji ber vê gelek kêfa wan tê û ev jî kêfa me tîne."

Teknolojî di karê herdu hosteyan de hêsaniyê çêdike. Piştî xilaskirina karê lazerê; êdî hewcedarî bi hunera destan û sebireke kûr heye da ku bi dehan parçe bigihîjin hev û berhemên nû werin çêkirin. Hosteyên van diyariyan çêdikin dibêjin ku; me di biçûkiya xwe de ji textikan pêlîstok çêdikirin û me xwest ku em wan hestên zarokatiyê car din zindî bikin û bi vî awayî em berhemên xwe yên ku dê bibin sembola diyariyên Diyarbekirê; cure bi cure zêde bikin. Îrfan Bîten hoste û hevkarê din ê kargehê ye. Îrfan Bîten jî dibêje; daxwaza me tekûzkirina kêmasiyeke bibîranînên bajarê me bû û bi destpêkirina van diyariyan re eleqe her ku diçe zêdetir dibe.

Hoste Îrfan Bîten dibêje: "Bi piranî em tiştên diyariyê çêdikin. Ji bo ku mirov tên Diyarbekirê, dema vegerê tiştekî diyarî bikin destên xwe û bikaribin ji dost û hevalên xwe re bikin diyarî; bi rastî vê kêmasiyê li Diyarbekirê hebû. Bi rastî dema mirov tê Diyarbekirê tiştekî ku mirov bike diyarî û bi destên xwe re bibe tuneye; ev kêmasî hebû li bajêr, me jî xwest em vê kêmasiyê tijî bikin û ez bawer dikim ku me ev kêmasî dagirtiye."

Berhemên ku li vê kargehê çêdibin, bi piranî ji darên çamê tên çêkirin. Sedema vê jî ew e ku dara çamê di nav xwe de nexişandî ye û dîtbatiya wê ya xwezayî têrî xemilê dike. Cureyeke din a daran jî dara gûzê ye ku berhemên jê çêdibin, hinek din jî bi buhayên xwe giran dibin. Li gorî ragihandina hosteyan;  ji bo ku berhemên wan li hemû bakûr û Tirkiyeyê belav bibin, ew buhayên zêde nastînin û buhayên berhemên xwe di navbera 20 û 200 lîreyan de diyar dikin.