Evîna keçika Ugandayî û xortekî Kurd bi zewacê bi dawî bû

kurdistan24.net

 

K24 – Semsûr

Keçikeke Ugandayî, li peyî evîna xwe heta Gundê Poloniyê yê Semsûra Bakûrê Kurdistanê hatiye û 2 sal in ku li vî gundî bi jiyana gundewarî dijî. Jenîfera ku di geşta xwe ya Tirkiyeyê de li Stenbolê Cengîz Çakilkaya nas dike, ji çandeke biyanî ketiye nav çanda Kurdan û piştî zewaca 4 salan, zaroka xwe ya 2 salî dike hembêza xwe, hemû kar û barên dikeve ser milên wê, bi dilxweşî dike.

Gundê Poloniyê yê bi ser Bajarê Bakûrê Kurdistanê yê Semsûrê, ji bilî taybetiyên erdnîgariyê, ev gund bi taybetiyeke din tê naskirin ku keçikeke Ugandayî bûye bûka vî gundî û ev yek li herêmê bi şaşwazî tê pêşwazîkirin. Jenîfera Ogandayî ango bi navê xwe yê niha Elîf, ji bo evîna xwe; dest ji welat û çanda xwe berdaye û ligel hevjînê xwe Cengîz Çakilkaya kar û barên debara mala xwe dike.

Bûka Ugandayî Elîf Çakilkaya (Jenîfer) ji K24ê re wiha axivî: "Ez gelek bi sûd im. Min jiyana xwe li du aliyan derbas kir. Ev jiyana ku ez li vê derê dijîm, sûda min a duduyan e. Hinek caran divê mirov ji destpêkê dest bi jiyanê bike. Berê gelek tişt hebûn ku li xweşa min diçûn. Min ji xwendina pirtûkan, ji nivîsandinê û ji guhdarîkirina muzîkê gelek hez dikir. Niha rewş hinek guheriye. Ez êdî li nav xwezayê aramiyê dibînim."

Evîna ku di gera Jenîferê de li Stenbolê dest pê dike, bi zewacê bi dawî dibe. Jenîfer bi 9 zimanan dizane û di nav ahengê de bi xizmên hevjînê xwe re li hev dike. Ji çêkirina destikên titûnê, heta kar û barên rojane yên gundewariyê, ji bo bûka Ugandayî êdî karên ji rêzê ne. Hevjînê Jenîferê Cengîz Çakilkaya jî li ser vê zewacê diyar dike ku, ew di serî de rastî gelek bertekên nijadperestî hatine û piştî 2 salan li Stenbolê mane, hatine gundê xwe û êdî jiyana xwe li vê derê dewam dikin.

Hevjînê Jenîferê Cengîz Çakilkaya ji K24ê re dibêje: "Gundê me, gundê Kurmancan e. Em hatin gundê xwe. Min nîkeha olî çêkir, min nîkeha fermî çêkir û navê wê jixwe Jenîfer bû, min navê Elîf lê danî. Elîf bi 9 zimanan dizane û zanîngeh qedandiye. Em bi vî awayî jiyana xwe li vê derê didomînin. Elîf bi malbata xwe re jî diaxive û havînan ew jî tên serdana me. Qey qedera me wiha bûye."

Jenîfera ku bûye bûka Kurdan, xwedî jiyaneke civakî bûye û piştî qedandina zanîngehê zewaca wan pêk hatiye. Di zewaca 4 salan a Jennîfer û Cengizî de keçikeke wan a bi navê Rabîa jî çêdibe. Jenîfer dibêje; heger mirov tiştekî ji dil bixwaze, ne tu kes ne jî tu hêz nikare li pêşiya mirovan astengiyan derbixe.