Birûskê 6 xanî û mizgeftekê şewitandin

Li Tirkiyê jiber ketina brûskê, şeş mal û mêvanxane û mizgefta gundekî şewitîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê jiber ketina brûskê, şeş mal û mêvanxane û mizgefta gundekî şewitîn.

Li bajarê Karabukê li gundê Beydîni şewateke mezin derket û di ecamê de mizgefta gund, mêvanxane û 6 xanî û axor û kadîn şewitîn.

Tîmên vemirandina agirê yên gelek navçeyên pêşî li agirê girtin ku kêm mabû 30 mal bi tevahî bişewitin.

Qeymeqamê navçeyê da xuyakirin, şewat ji ber bruskê derketiye ku li malekê ketibû. 6 mal bi temamî şewitînê û hin malên din jî zerer dîtine.

 

S. B