Li Diyarbekirê 17 hezar hînbûyiyên madeyên hişbir hene

Li Diyarbekirê, bikaranîna madeyên hişbir gihîştiye asteke xeter û Heyva Kesk a Diyarbekirê jî ji bo ku pêşî li bikaranîna madeyên hişbir were girtin, dest bi xebatekê dikin ku bi rêya weazan di nimêjên înê de dê ciwan werin agahdarkirin û ji bo destjêberdanê jî dê alîkarî were dayîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, bikaranîna madeyên hişbir gihîştiye asteke xeter û Heyva Kesk a Diyarbekirê jî ji bo ku pêşî li bikaranîna madeyên hişbir were girtin, dest bi xebatekê dikin ku bi rêya weazan di nimêjên înê de dê ciwan werin agahdarkirin û ji bo destjêberdanê jî dê alîkarî were dayîn.

Li gorî rapora Neteweyên Yekgirtî ya 2016'an, di cîhanê de 26 milyon kesên ku hînbûyîyên madeyên hişbir in, hene. Bi vê yekê ve girêdayî li Diyarbekirê jî li gorî xebatên 2016'an, 17 hezar kesên ku hînî madeyên hişbiriyê bûne hene û di nav van kesan de kesên ku temenê wan heta 9 salî jî hene.

Serokê Sendîkaya Diyanetê yê Diyarbekirê Omer Evsen jî da zanîn ku ew ê ji bo pêşîlêgirtina bikaranîna madeyên hişbir, di bin banê Miftîtiya Diyarbekirê de xebatekê bidin destpêkirin.

Serokê Sendîkaya Diyanetê yê Diyarbekirê Omer Evsen ji K24ê re jî got: "Li mizgeftan, li dibistanan û li qursên Quranê em dê bigerin û ji xelkê re behsa zirarên maddeyên hişbir bikin. Em ê di mêjên înê de di weazan de jî li ser vê mijarê bisekinin. Da ku ciwanên me ji van maddeyan dûr bin."

Şaxa Heyva Kesk a Diyarbekirê jî dê di vê xebatê de wekî koordînator cih bigire. Serokê Heyva Kesk a Şaxa Diyarbekirê Yahya Oger jî amaje dike, ku di pêşîlêgirtina bikaranîna madeyên hişbir de berpirsiyariyeke girîng dikeve ser milên malbatan ku divê malbat ji hevalên zarokên xwe agahdar bin.

Yahya Oger dibêje: "Bonzaî, eroîn, esrar, balî ev hemû di nava civakê de gelek hêsanî dikarin werin peyda kirin. Divê pêşiyê peydakirina van maddeyan di binê kontrolê de be ku bi hêsanî peyda nebin."

Koordînatorên xebata pêşîlêgirtina bikaranîna madeyên hişbir amaje dikin ku li Diyarbekirê pêdiviyeke mezin ji bo navendeke dermankirinê ya hînbûyîyên madeyên hişbir heye û pêwîst e ev pêdivî demildest were dabînkirin.