285 çêrokên curbicur di nava agirê Sînemê de hatine hûnandin

57 sal di ser bûyera Sînema Amûdê re derbas dibin, hersal di 13 meha Mijdarê de, xelkên Amûdê agirê Sînemê û şewata zarokên xwe bibîra xwe tînin û her malek ji bajarê Amûdê çêrokeke wan bi agirê Sînemê re heye.
kurdistan24.net

 

K24 – Amûde

57 sal di ser bûyera Sînema Amûdê re derbas dibin, hersal di 13 meha Mijdarê de, xelkên Amûdê agirê Sînemê û şewata zarokên xwe bibîra xwe tînin û her malek ji bajarê Amûdê çêrokeke wan bi agirê Sînemê re heye.

285 çêrokên curbicur di nava agirê Sînemê de hatine hûnandin. Yek ji simbolên bûyera Sînema Amûdê dayika Ferîde ye, ku du zarokên wê di hundirê Sînemê de bûn dema agir pêketibû. Piştî dayika Ferîde agahdar bû ku yek ji zarokên wê şewitî û yek jî bi şewateke dijwar rizgar bû, lê dev ji Sînemê berneda û nêzî 10 zarokan ji agir rizgar kirin.

Bêhna goştê birajtî li gel dûmana agir li asîmanê Amûdê belav bû.
Xelkên bajêr bi hewara zarokên xwe ve hatin, lê agirê bêbext rê ne dida ku ti kes nêzîkî hundirê Sînemê bibe. Mihemedê Deqorî mîna qehremanekî derbasî nava agir bû û hijmareke mezin ji zarokan rizgar kirin.

Bûyera Sînema Amûdê û sawîrên agir di her maleke zarokên şewitî de ta roja îro cihê xwe digre. Piştî 47 salan ji bûyera agirê Sînemê, dayika Ferîde li gel malbata xwe kul û derdên agir dikşandin û di sala 2007an de çirûska dawî ji agirê Sînemê di malbata wan de hate vemirandin.