Li Hewlêrê festîvala çand û xwarinên Efrînê birêve çû
K24 – Hewlêr
Sentera Hemo ya rewşenbîrî festival çand û xwarinên Efrînê li Hewlêr lidar xist. Festival taybet bi Kevneşopên Efrînî, ligel stran,dîlan û xwarnên Efrîna Rojavayê Kurdistanê û bi vekirina pêşengeheke şêwekariyê, li Hewlêra Paytexa birêve çû.
Di festîvalê de hejmarek ji rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê lê bûn mîvan, piştî hin stran û taybetmendiyên Efrînê, jinên Efrînî yên beşdarî vê festîvalê bûne, nêzîkî 70 rengên xwarnên taybet bi bajarê xwe ji mîvanan re pêşkêşkirin.