Li Qamişlo şahiyeke ji bo zarokên astengdar hat lidarxistin

Zarokên 2 komele û navendên zarokên xwedî pêdiviyên taybet ji bajarê Qamişlo û Dirbêsiyê beşdarî şahiyê bûn û bi amadebûna malbatên zarokan rojeke xweş derbas kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Zarokên 2 komele û navendên zarokên xwedî pêdiviyên taybet ji bajarê Qamişlo û Dirbêsiyê beşdarî şahiyê bûn û bi amadebûna malbatên zarokan rojeke xweş derbas kirin.

Dezgeha radyoya one FM li bajarê Qamişlo şahiyek ji zarokên xwediyên pêdiviyên taybet re li dar xistin. Li gorî komîta amadekar mebesta wan ji çalakiya navbûrî ku fişara derûnî li ser zarokan û malbatên wan hinekî sivik bikin,herweha daku navtêdanê di zarokên xwedî behre de bikin.

Hejmarek ji zarokên xwediyên pêdiviyên taybet ji bajarê Qamişlo û dirbêsiyê beşdariya şahiyê kirin. Herweha hin komên mûzîk û dîlanan jî ji tevaya pêkhatên bajêr beşdar bûn û bi hin lîstok û pêşbirkan şahiya zarokan birêve çû.

Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê 2 navendên fermî yên zarokên kêmendam hene, herweha çend navendên taybet jî li hin bajarên deverê hatine vekirin,lê piraniya wan gazinan ji tunebûna alavên pêwist û kesên pispor dikin.