Di Buharê de berf li Bakurê Kurdistanê dibare
K24 – Navenda Nûçeyan
Zivistan bidawî hat, lê li Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e.
Zivistana dijwar a Bakurê Kurdistanê xwe nîşanî Buharê jî dide û di meha Nîsanê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Colemêrg, Qers, Agirî û Erzirom, Mûş û Wanê berf dibare.
Welatî di rojên Buharê de di dema ku hêviya geşt û seyranê dikirin, bi barîna berfeke nişkavî re rûbirû man. Li gor pisporên keş û hewayê li Bakurê Kurdistanê barîna berfê dê heta roja Şemiyê 20 Nîsanê berdewam be.
S. B