Rêxistineneke Îtalî dermanan digihîne Heyva Sor a Kurd

piştî mehekê ji tunebûna dermanan li Heyva Sor a Kurd, rêxistina UPP ya Îtalî derman bo sê mehan pêşkêşî Heva Sor kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî mehekê ji tunebûna dermanan li Heyva Sor a Kurd, rêxistina UPP ya Îtalî derman bo sê mehan pêşkêşî Heva Sor kir.

Li gorî ku endama navenda Heyva Sor Ezîza ji K24ê re dibêje, hin cureyên dermanan gihîştiya wan, wek dermanê nexweşiya şekir, dil û fişara xwînê. Herwiha tekez dike, ku dermanên nexweşiyên giran wek rebo û penceşêrê ta niha negihîştiya wan.

Tunebûn û buhabûna nirxê dermanan li Rojavayê Kurdistanê sedemeke sereke ye ku nexweşên li deverê berê xwe didin Heyva Sor a Kurd. Piraniya nexweşan, kesên temen mezin in, bi taybetî hin nexweşên ku rojane pêdiviya wan bi hin cureyên dermanan hene.

Di sala 2013an de Heyva Sor a Kurd hate damezrandin. li gorî ku berpirsê navendê dibêje, Heyva Sor gelek alîkarî bi sivîl û nexweşxaneyên herêmê re kiriye û bi taybetî dema ku teqîn rû didin. Herwiha diyar dike ku Heyva Sor a Kurdistanî, kesên serbixwe li Ewropa û rêxistina UPP jêderên sereke ne ji dermanên wan re .