Lêkolînereke Rojavayê Kurdistanê Diktora bi bilindtirîn pile ji zanîngeheke Almanî wergirt

Dr. Arîn Zubêr Elî, sala 1984an, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bû, piştî salekê bavê wê koça dawî kir û dayika wê (Neîma Mîrza) bi erkê xwedîkirina wê û herdu xuşkên wê rabû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Lêkolînera Kurd Arîn Elî, ku bi xwe ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, îro bawernameya Diktora ji zanîngeha KIT Karlsruhe ya Almanî bi bilindtirîn pile wergirt.

Di hevpeyvîneke taybet de, Dr. Arîn Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku lêkolîna wê di warê bûnewerên hûrik de bû û li ser şirovekirina Protînên di corekî ji corên kavkulîlkan de peyda dibin, hatiye kirin.

Lêkolîn di bin navnîşana (Şirovekirina Biyokîmawî ji Protîna phytochrome re, di kavkulîka Aspergillus nidulans de) hat amadekirin û piştî gotûbêjkirina wê ji aliyê komîteya zanistî ve, lêkolîn bi pileya yekem hat pejirandin û zanîngeha navhatî bawernameya Diktora bi Dr. Arîn Elî bexşand.

Dr. Arîn ji K24ê re diyar kir, ku di sala 2002an de, wê dest bi xwendina Zanistên Siruştî li zanîngeha Helebê kir û li ser astê sala xwe jî yekeman derket, vê yekê hişt ku sê salan li Zanîngeha Şamê wek dubarekar dewam bike, piştre Zanîngeha Şamê bexşîneke xwendina Master û Diktorayê li zanîngeha (Tübingen) a Almanî ji Dr. Arîn re dabîn kir.

Lêkolînera Kurd (Dr. Arîn Elî) di sala 2011an de, gihişte Almanya û xwendina xwe ya Masterê, bi awayekî biserketî bidawî kir û berê xwe da xwendina Diktorayê.

Dr. Arîn diyar kir, ku piştî têkçûna rewşa Sûryê, Hikûmeta wî welatî bexşîna Diktorayê nema ji wê re dirêj kir, vê yekê barê wê gellekî giran kir û astengî li pêşiya pêvajoya wê ya xwendinê çêkir, lê ji ber ku ew rijd bû, vê pêvajoya xwe berdewam bike, li ber wan astengiyan ranewestiya û hemû bizavên xwe kir, heya ku bi riya Profîsorê serperiştiyarê lêkolîna xwe, girêbesteke (PHD Position) bidest xist û karî xwendina Diktorayê li zanîngeha KIT Karlsruhe berdewam bike û bi bilinditrîn ast lêkolîna wê hat pejirandin û bawernameya Diktora wergirt.

Herwiha Dr. Arîn ji K24ê re got: Niha ezê lêkolînên xwe yên zanistî di taqîgeha heman zanîngehê de bikim û piştre jî, ezê xwendina Post Diktorayê bikim, li gorî girêbesta min bi zanîngehê re kiriye.

Dr. Arîn Zubêr Elî, sala 1984an, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bû, piştî salekê bavê wê koça dawî kir û dayika wê (Neîma Mîrza) bi erkê xwedîkirina wê û herdu xuşkên wê rabû, heya ku hersê jî bawernameyên bilind di warê zanistî de bidest xistin.

Amadekirin û hevpeyvîn Nûriddîn Osman